Li eniya Mexmûr-Giwêr zêdeyî 30 çete hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ’ê duh êvarê 4 caran hewl da ku li dijî meziyên pêşmergeyan yên Giwêr û Mexmûrê êrîşê pêk bînin.

Çeteyên DAIŞ’ê duh êvarê 4 caran hewl da ku li dijî mewziyên pêşmergeyan yên Giwêr û Mexmûrê êrîşê pêk bînin.

Balafirên şer ên koalîasyona navneteweyî duh mewziyên çeteyên DAIŞ’ê yên derdora Mexmûr û Giwêr bombebaran kirin. Li gorî agahiyên hatine girtin yek jê serçete, ji 25’an zêdetir çete mirine. Piştî êrîşa hewayî  çeteyan êrîşên gundên Telrîm, Carulla û Sultan Abdulla a girêdayî eniya Mexmûr û Giwêr kirin.  Piştî hêzên pêşmergeyan bersiv dan çeteyên DAIŞ’ê, pevçûn derketin.

Berpirsê NYK’ê yê Mexmêrê Reşad Gelalî ji RojNewsê re axivî û der barê pevçûnan de got: “Duh heta derengiya şevê pevçûnan berdewam kir. Piştî êrîş hatin şikandin çete vekişiyan. Li gorî agahiyên hatine girtin berpirsekî wan miriye û vê bandorek mezin li çeteyan kiriye û rê li ber fikarek ne bi biryar a wan vekiriye.” 

Gelalî got ku di encama pevçûnan de 4 cenazeyên çeteyan ketine destê pêşmergeyan û 5 pêşmerge jî sivik birîndar bûne.

Gelalî di mijara tevlîbûna gerîlayan de jî got: “Niha gerîlayên PKK’ê tevlî pevçûnên vî sînorê nabin. Gerîlayên PKK’ê beriya ku çete êrîş bikin, ew bi xwe êrîş dikin û bi vê taktîkê dixwazin encamê bigirin. Ji ber vê stratejiya gerîlayan li eniya Mexmûrê nayê.”

Gelalî wiha bi dawî kir: “Balafirên şer ên koalîsyonê mewziyên DAIŞ’ê bomeberan kirin. Pevçûn di kontrola pêşmergeyan de pêş ket û destûr nedan çete pêşde biçin. Pevçûnan demek zêde berdewam kirin û der barê encamê de agahiyek zelal tine.”