Tevî serma û seqemê berxwedana Kobanê hat silavkirin

Girseya gel a li ser sînorê Pirsûs-Kobanê li hev kom bû, tevî serma zivistanê jî, bi çalakiya zincîra ji mirovan, berxwedêrên Kobanê silav kir.

Di roja 157. a berxwedana Kobanê de, girseya gel a li gundên Miseynter, Mehser û Elîzêr ên Pirsûsê nobedê digirin, li gel sar û sermayê, çalakiya zincîra ji mirovan pêk anîn û berxwedêrên Kobanê silav kirin.

Operasyonên YPG/YPJ'ê yên paqijkirina gundên Kobanê ji çeteyên dijminê mirovahiyê, di roja 157. de dewam dikin. Berxwedêrên bi dehan gundên li eniyên rojava û rojhilat azad kirin, li eniya rojhilat kêm maye xwe bigînin Til Ebyad (Girê Spî) li rojava jî nêzî Cerablûsê ne. Berxwedana mezin û operasyonên azadkirinê yên ev 157 roj in dewam dikin, ji aliyê berxwedêrên li ser sînor ve bi coşeke mezin tên silavkirin.

Li gundên Miseynter, Mehser û Elîzêr ên Pirsûsê ku jiyana komun lê dewam dike, bi sedan kes hatin cem hev, tevî serma û seqemê çalakiya zincîra ji mirovan pêk anîn û berxwedêrên Kobanê silav kirin. Di çalakiya li her sê gundan de alên PKK, KCK, YPG, YPJ û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Di çalakiyan de ku bi taybetî tevlîbûna jin û zarokan bal kişand, bi dirûşmên ji bo hêzên YPG/YPJ'ê, "Bijî Berxwedana Şengalê" û "Bijî Azadiya Kobanê" berxwedan hat silavkirin.

Li dû çalakiyê, li gundan paqijiya hawirdorê hat kirin.