'Biryara hikûmeta Îranê navê hovîtiyê ye'

Komîteya Çapemeniyê ya Komalên Ciwan, der barê biryara dewleta Îranê ya îdamkirina ciwanê Kurd ê bi navê Saman Naseem de daxuyaniyek da.

Komîteya Çapemeniyê ya Komalên Ciwan, der barê biryara dewleta Îranê ya îdamkirina ciwanê Kurd ê bi navê Saman Naseem de daxuyaniyek da û got, "Biryara der heqê ciwanê Kurd Saman Naseem de hatiye dayîn, navê hovîtiyê ye. Ev biryar lanetkirî ye. Bila dewleta Îranê vê bizanibe ku ev hesabên wê, dê werin pûçkirin. Birîna cezayê îdamê li zarokan, ti eleqeya xwe bi nirxên însanî re nîne."

Komîteya Çapemeniyê ya Komalên Ciwan daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku dewletên netewe yên hewl didin li Rojhilata Navîn li ser redkirina nasname, vîn, çand, ziman û rengê civakî yê gelê Kurd hebûna xwe bidomînin, êdî nikarin xwe li jin, ciwan û zarokên Kurd rabigirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di serî de dewleta Îranê û hikûmeta Tirk hesap dikin ku bi çi rengî karibin ciwanên Kurd tine bikin, çawa karibin wan bêdeng û bê bandor bikin û hat gotin, "Li aliyekî hikûmeta TC hewl dide bi pakêtên ewlekariya hundirîn re civak û ciwanan bêdeng û çavtirsandî bile, li aliyê din jî dewleta Îranê bi darvekirina ciwanên Kurd re hewl dide bêbandor bike. Ev cinawirên hov ên xwedî heman mejî, xwe ji xwîna ciwanên Kurd xwedî dikin. Hejmareke zêde ya ciwanên Kurd ku nayê jimartin, li zîndanên van dewletan îro bi mirinê re hatine mehkûmkirin, bi sedan zarokên girtî rastî tecawizê tên.

Dewletên netewe yên li Rojhilata Navîn mîna ûrê kanserê mezin dibin, êdî veguherÎne navgîna qirkirina civakê. Ev rêxistinbûyînên li derveyî demê mane, ku bi mêtîngeriyê hatine meyandin û li ser zîhniyeta serdestiya mêr ava bûne, êdî dema bidawîbûna wan hatiye. Di şoreşa Rojhilata Navîn a bi pêşengiya civaka Kurd de cihê van hêzan nîne. Ji ber vê yekê dewletên Tirkiye û Îranê yên nikarin xwe li destketiyên gelê Kurd ên li Rojava rabigirin, li ser ciwanên Kurd planên pêşerojê yan jî pêşerojeke tarî dikin. Jinên ciwan jî bi rêya komkujî û tecawizê her roj têntirsandin û hewl didin wan bê vîn bihêlin."

Komîteya Çapemeniyê ya Komalên Ciwan da xuyakirin ku pêkanînên îdamê yên dewleta Îranê di salên dawî de li ser girtiyên Kurd zêde kiriye, li derveyî mirovahiyê ne û got, "Em vê pêkanînê lanet dikin. Cezayê li ciwanê Kurd ê bi navê Saman Naseem hatiye birîn, navê hovîtiyê ye. Ev biryar lanetkirî ye. Bila dewleta Îranê vê bizanibe ku ev hesabên wê, dê werin pûçkirin. Birîna cezayê îdamê li zarokan, ti eleqeya xwe bi nirxên însanî re nîne. Xaka Îranê bi xwîna zarokan, jinan û Kurdan hatiye avdan. Mejiyê Ozgecan qetil kir, li Kurdistanê kujerên kirasê netewe dewletê li xwe dikin e. Pêwîste ciwanên Kurdistanî û Tirkiyeyî li dijî vê bêdeng nemînin. Divê dakevin kolanan û nîşan bidin ku li cem Saman in. Çawa ku me Erdal ji bîr nekirin, divê em ji bo Saman jî rabin ser piyan û li ber xwe bidin."