Hevşaredarên Şirnex û navçeyên wê derbasî Kobanê bûn

Hevşaredarên Şirnex û navçeyên wê, alîkariya ji 11 qemyonan a xwarinê anîn Pirsûsê û ji bo tevkariyê li ji nû ve avakirina Kobanê bikin derbasî Kobanê bûn.

Hevşaredarên Şirnex û navçeyên wê, alîkariya ji 11 qemyonan a xwarinê anîn Pirsûsê û ji bo tevkariya xwe ya li jinûve avakirina Kobanê binirxînin derbasî Kobanê bûn.

Alîkariya xwarinê ya ji aliyê Şaredariyên DBP'yî yên bajarê Şirnex û navçeyên wê ji bo Kobaniyên li Pirsûsê hat berhevkirin, ji aliyê 12 Hevşaredaran ve radestî rêveberên Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Rojava hat kirin. Hevşaredarên Şirnexê bi 11 qemyonên ji barê alîkariyê hatin xeraja Şaredariya Pirsûsê. Li ser navê Hevşaredaran Hevşaredarê Şirnexê Serhat Kadirhan daxuyaniyek da û got, "Ji bo ji nû ve avakirina Kobanê, hem weke Şaredarî hem jî weke gel em amade ne bi dil û canê xwe berpirsyarî û barê dikeve ser milê xwe hilgirin."

Hevşaredara Pirsûsê Zûhal Ekmez a alîkariya ji Şirnexê hat teslîm girt got, "Alîkariya Şaredariyên bajar û navçeyên Şirnexê girîng e û em li bendê ne ku alîkariyên bi vî rengî ji aliyê her kesî ve werin kirin."

Hevşaredarên Şirnexê dûre Şaredariya Pirsûsê ziyaret kirin û ji bo di mijara ji nû ve avakirina Kobanê de bi rayedarên Kantonê re hevdîtinê bikin, derbasî Kobanê bû.