Li Zap û Heftanînê tevgera balafirên keşfê

Tevgera balafirên keşfê yên artêşa Tirk ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde dibe.

Tevgera balafirên keşfê yên artêşa Tirk ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde dibe.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin ku tevgera balafirên keşfê yên bê mirov ên artêşa Tirk dewam dikin û ev agahî da: "Ji 17'ê Sibatê saet di 16:00 heta 18'ê Sibatê (îro) saet di 03:00, li ser herêma Zapê, balafirên keşfê yên bê mirov ên artêşa TC a dagirker, keşif kirine.

Di 17'ê Sibatê saet di navbera 22:30 û 04:00 de balafirên keşfê yên bê mirov ên artêşa TC a dagirker li Heftanîn û qada Xanturê, keşif kirine."