Facebookê rûyê bi ken ê Ocalan sansur kir

Facebook a ku wek îcata herî baş a tora ragihandinê ya cîhan û teknolojiyê tê zanîn wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yê dikene sansur kir.

Rojda Erzîncan ya li paytexta Viyana ya Avusturyayê dijî, di hesabên xwe yên Facebookê de wekê berteka li dijî 15’ê Sibatê wêneyekê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yê dikeve parve kir û bi hinceta ku ‘standartên civakî binpê kiriye’ hat girtin.  Erzîncan der barê mijarê de ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku azadiya îfadekirina wê ji destê wê hatiye girtin. Erzîncan da zanîn ku di standartên civakî ya Facebookê de hêmayên  tehdîd û şîdetê hatiye qedexe kirin û got gelo lîderekî ku dikene  ku derê wê şîdete.

Facebook a ku wek îcata herî baş ya tora ragîhandinê ya cîhan û teknolojiyê tê zanîn wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yê dikene sansur kir. Rojda Erzîncan ya li paytexta Viyana ya Avusturyayê dijî, di hesabên xwe yên Facebookê de wekê berteka li dijî 15’ê Sibatê wêneyekê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yê dikeve parve kir û bi hinceta ku ‘standartên civakî binpê kiriye’ hesabê facebooka wê hat girtin.  Erzîncan ku hêj matmayi ye diyar kir ku Facebook bi vê pêkanîna xwe cotstandtariya xwe jî nîşan daye.

Erzîncan da zanîn ku di 16. Salvgera komployê de helbest, wêne parve kiriye lê tu pirsgirêk nehatiye jiyîn û got: “Lê min wêneyekê gelek xweş yê Birêz Ocalan ku dikeniya parve kir, ew jî hat sansur kirin.  Destpêkê wêne ji rupela min derxist. Dema ku carek din wêne bar kir rupela min bi giştî girtin.

Erzîncan da zanîn ku azadiya îfadekirina wê ji destê wê hatiye girtin û bertekê xwe anî ziman: “Ev newekheviye, bêrêzdariye. Ezê serî li rêyên hiqûqî bidim.”