15 gund û 2 girên stratejîk ên Kobanê hatin rizgarkirin

Di çarçoveya operasyonên rizgarkirina gundên Kobanê de, hêzên YPG/YPJ'ê li her sê eniyan 15 gund û 2 girên stratejîk rizgar kirin.

Di çarçoveya operasyonên rizgarkirina gundên Kobanê de, hêzên YPG/YPJ'ê li her sê eniyan 15 gund û 2 girên stratejîk rizgar kirin. 

Li gorî nûçeya ANHA'yê, duh bi şev şervanan di çarçoveya pêngavê de li dijî çeteyên DAIŞ’ê rêzeçalakî lidar xistin. Di encamê de, li rojavayê herêmê gundên Bîrloz, Sêf Elî, Derbazina Mezin, Derbazina Biçûk, Derbazina Horan hatin rizgarkirin.

Li başûrê herêmê jî şervanan gundên Bîrbelek, Mebir Elî, Eslanek, Şakiroko, Girk, Çiqor, Şaxî û Kela Hesin ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Her wiha di heman çalakiyan de du girên stratîjîk girên Til Sîdar û Til Sêvê û benda kontrolê ya xwaringeha Dîcle ya li ser rêya Rotko ya di navbera bajarên Helebê û Hesekê de ji çeteyan paqij kirin.

Hat ragihandin ku di çalakiyan de herî kêm 10 çete hatine kuştin.

Li aliyê rojhilatê herêmê jî şervanên YPG’ê û YPJ’ê gundên Îdaniyê û Mendik rizgar kirin û di pevçûnên li van gundan de jî herî kêm 2 çete hatin kuştin.

Piştî ku şervanan gundê Îdaniyê rizgar kirin çeteyên DAIŞ’ê gund bi çekên giran topbaran kirin û di encamê de şer û peçûnên dijwar di navbera hêzên YPG’ê û çeteyan de rû dan. Di encamê de çeteyên DAIŞ’ê neçar man xwe vekişînin.