Kahraman ê YPG'yî ji aliyê bi deh hezaran kesî ve hat oxirkirin

Şervanê YPG'ê Sûat Kahraman ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da, ji aliyê bi deh hezaran Kurdistanî ve ber bi rêwîtiya bê dawî ve hat oxirkirn.

Şervanê YPG'ê Sûat Kahraman ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da, ji aliyê bi deh hezaran Kurdistanî ve ber bi rêwîtiya bê dawî ve hat oxirkirn.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Sûat Kahraman (Serhildan Spêrtî) ê li Kobanê di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbata wî ve ji Saziya Tipa Edlî ya Rihayê hat girtin. Malbatê cenaze anî navçeya Şirnex Silopiyê. Cenaze li navçeyê bi girseyî hat pêşwazîkirin û anîn Mizgefta Şehîdan. Girseya gel a li ber mizgeftê civiya, alên KCK, YPG û wêneyên şervanê YPG'ê Kahraman vekir, dirûşmên "Şehîd namirin", "Kujer DAIŞ hevkar AKP" û "Bijî Berxwedan Kobanê" qîriya. Li dû wecîbeyên olî, bi deh hezaran kesî cenazeyê Kahraman ê YPG'yî hilgirtin ser milan û birin Goristana Asrî ya Silopiyê.

Cenaze li vir hat veşartin û piştî deqeyeke rêzgirtinê Hevserokê MEYA-DER Şaxê Cizîrê Kasim Yîgît ji girseya gel re axivî. Yîgît got, "Li Kobanê, li Şengalê drama mirovahiyê rû da. Çeteyên DAIŞ'ê bi rêbazên hov re, êrîşî xaka Kurdistanê kirin. Xwestin rûmeta me binpê bikin. Lê belê li pêşberî bêdengiya tevahiya cîhanê, ciwanên Kurd ên mîna Serhildan li dijî vê bêdengiyê sekinînin û di şerê rûmetê de li refên herî pêş cihê xwe girtin."

'LI DIJÎ FÎRAVÛNAN BI SERBILINDÎ LI BER XWE DIDIN'

Kekê Kahraman ê YPG'yî Yûnûs Kahraman jî da xuyakirin ku DAIŞ bi bikaranîna Îslamê re hovîtiyê dike û got, "Eger hineka mîrateya Ebû Leheban, Ebû Cehîllan dewir girtibin, ciwanan jî mîrateya Hz. Mûhammed, Selahaddînan û Şêx Seîdan dewir girtine. Ev ciwan, li dijî Fîravûnên li qesrên lê rûniştine zilmê li gelan dikin, bi serbilindî li ber xwe didin. Ji dema Hz. Adem û vir ve li dijî zilmê şervanên rastiyê li ber xwe dan û wê ji niha û pê ve jî ev şervan hebin."

Kahraman bibîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Kobanê gotiye "Ew der dilê min e" û got, "Li dijî yên me înkar dikin, birayê min Şehîd Sûat dilê Birêz Abdullah Ocalan parastiye. Ew dil rizgar bû û hînê lê dide. Rizgariya vî dilî wê bibe mizgîniya azadiya hemû bedenê yanî yekbûyîn û azadbûna Kurdistanê."

Li dû axaftinan girseya gel ji bo sersaxiyê çû gundê Xirbûkê û ji malbata Kahraman re sersaxî xwest.