Rastfêmkirina Rêber Apo - Cemîl Bayik

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di nivîsa xwe ya vê hefteyê ya li rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Polîtîka de, rastfêmkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand.

AKP hewl dide têkildarî hevdîtinên li Îmraliyê pêk tên li gorî xwe civakê empoze bike. Ne mîna çareseriya pirsgirêka kurd, mîna çekdanîna gerîlayan dixwaze nîşan bide. Her kes û dinya jî dizane ku pirsgirêka kurd a li benda çareseriyê heye. Çanenûsa çeka gerîlayan jî girêdayî çareseriya pirsgirêka kurd e. Heta hebûn û azadiya gelê kurd nekeve bin ewlekariyê ti kes nikare danîna çekan daxwaz bike. Bêguman dema pirsgirêka kurd çareser bibe têkoşîn û çalakiyên gerîla yên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê wê nebin mijara gotinê. Lê belê hikûmeta AKP’ê û medyaya alîgir, nêzîkatiya Rêber Apo ya; eger muzakere pêk werin û li ser 10 xalan lihevkirin pêk were wê demê pêwîstî bi berxwedana çekdarî namîne berevajî dikin û li gorî xwe şîrove dikin. Pirsgirêka kurd ji pirsgirêkên li cihên din ên cîhanê cudatir e. Ji ber ku gelekî bûye hedefa înkar û tinekerinê heye. Ji xwe pirsgirêka kurd heta niha ji ber heman têgihîştin û polîtîkayan çareser nebû.

Niha Serokwezîr dibêje, “Bila çekan deynin, werin bi siyasetê pirsgirêkan çareser bikin.” Ev nêzîkatiya ku di rewşên asayî de mîna nêzîkatiyeke rast xuya dike, dema pirsgirêka kurd mijara gotinê be tê wateya çewtî û demagojiyekê. Ji ber ku li cihekî ku hebûna kurdan ne di bin ewlehiya destûra bingehîn û qanûnan de be qala demokrasiyê nayê kirin; lewre jî qala siyaseta demokratîk jî nikare were kirin. Eger hebûn û mafên bingehîn ên kurdan werin qebûlkirin wê demê dikare qala siyaseta demokratîk were kirin. Di vê rewşê de gotina bila di nava siyaseta demokratîk de pirsgirêk çareser bibin xapandineke mezin e. Ev nêzîkatî tê wateya bi şêwazekî din tinehesibandina hebûn û mafên kurdan. Domkirina siyaseta înkar û tinekirinê ya 90 salî bi şêwazeke cuda ye.

Ji ber vê yekê jî divê were zelalkirin ka li Tirkiyeyê kengî demokrasî heye û di kîjan mercan de dikare qala siyaseta demokratîk were kirin. Eger hêna qala Kurdistanê neyê kirin; hebûna kurdan hêna di ti belgeyê hiqûqî û fermî de tinebe, çawa wê siyaseta demokratîk were kirin? Eger li Tirkiyeyê partiyên siyasî, hiqûq û hemû sazî li ser yek netewe, yek welat hatibin sazkirin; bicihkirina maf û hiqûqa kurdan mîna cudaperestî û siyaseta etnîkî were nirxandin; qalkirina siyaseta demokratîk ji xapandineke mezin pê ve gelo tê çi wateyê? Eger serokkomar û serokwezîr bi şev û roj bêjin em qebûl nakin kurd li Rojava bibin xwedî statu, wê demê gotina; bila kurd mafên xwe bi rêya siyaseta demokratîk biparêzin ji gotinên vala pê ve tiştekî îfade nake. Tevî van jî eger hêna asîmîlasyon bi hemû hêza xwe didome; dawî li hewldana kirina kurdan a tirk nehatibê anîn; hemû derfetên dewletê ji bo vê yekê werin bikaranîn; hiqûq û hemû sazî ji bo astengkirina gihîştina mafên xwezayî yên kurdan hatibin organîzekirin, gotina bila bi rêya siyaseta demokratîk pirsgirêk çareser bibin tenê derew û demagojî ye. Ev tê wateya banga hiştina kurdan a di nava pergala tevkujer a global û teslîmbûna wan a ji bo vê pergalê.

Ne mimkûn e gelê kurd vê yekê qebûl bike. Kî bifikire ku bêyî qebûlkirina hebûna kurdan û naskirina mafên wan ên bingehîn, wê siyaseta demokratîk pêk were ew xwe dixapîne. Rêberê Gelê Kurd bi gotina, “Ez kesî naxapînim û naxapim” sekna xwe nîşan dide. Rêberê Gelê Kurd Tirkiyeyeke ku siyaseta demokratîk lê serdest be daxwaz dike. Ji ber vê yekê jî demokratîkbûna civakê û demokratîzekirina dewletê girîng dibîne. Ji ber vê yekê jî muzakereya li ser 10 xalan lihevkerinek jiyanî ye. Destnîşan dike ku demokrasî û siyaseta demokratîk dikare bi wî rengî pêk were. Diyar dike ku eger muzakere û lehevkirineke bi vî rengî pêk were wê demê dikare qala siyeseta demokratîk were kirin. Bi rengekî din nirxandina nêzîkatî û gotinên Rêberê Gelê Kurd, tê wateya israra di neçareserkirina pirsgirêka kurd de. Ev jî tê wateye ketina pey hegemonyayê û hiştina kurdan a di bin tevkujiya çandî de. Rêberê Gelê Kurd pêşnûmeyeke muzakereyê pêşkêş kir. Destnîşan kir ku eger ev pêşnûme heta 15’ê Sibatê veguhere muzakereyan û bigihîje encamê wê demê ew dikare li meclisê banga dawîanîna têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê bike. Lewre eger der barê van 10 xalan de muzakere pêk neyê û encamek neyê bidestxistin, gotinên Rêberê Gelê Kurd ji beyana niyetê pêve weteya wan namîne. Li aliyê din Rêberê Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ji sala 1993’an ve beyana niyeteke bi vî rengî gelek caran anîn ziman.

Di Newroza 2013’an de Rêber Apo bi belavkirina deklerasyonekê re banga agirbestê kir û îradeya derxistina gerîla ya ji nava sînorên Tirkiyeyê nîşan da. Tevî vê yekê jî ji ber ku hikûmeta AKP’ê di çareseriya pirsgirêka kurd de tiştên dikeve ser milên wê pêk neanî, gotinên Rêber Apo mîna beyana îradeyê man. Tevî vê helwesta hikûmeta AKP’ê jî Tevgera Azadiya Kurd hêna di rewşa bêçalakiyê de ye. Hêna jî ji bo hikûmeta AKP’ê derfeta çareseriyê didin. Li dewsa ku hikûmeta AKP’ê vê rewşê binirxîne û gavan biavêje, hewl dide ku xwe mîna wê çareser bike nîşan bide û li ser vê yekê di hilbijartinan de bi ser bikeve. Hikûmeta AKP’ê bi van hesaban xwe dixapîne. Ji ber ku beriya hilbijartinan wê helwesta AKP’ê zelal bibe. Mîna ku dibêjin, ‘finda derewkaran heta razanê pêdikeve’ piştî demekê wê rûyê wê yê rastî were dîtin. Divê AKP nêzîkbûnên maqûl ên Rêber Apo û Tevgera Azadiyê rast fêm bike û di dema herî kin de gavan biavêje. Eger wisa nebe ne Tevgera Azadiyê ne gelê kurd wê derfetê nedin polîtîkayên xapandinê yên AKP’ê. Ya rast wê polîtîkayên AKP’ê yên ku hewl dide bi wan civakê empoze bike berevajî bibin.

Çavkanî: Azadiya Welat, Yenî Ozgur Polîtîka