NY ji bo Saman Nesîm bang li Îranê kir

Ji bo girtiyê siyasî yê Kurd Saman Nasîm ê rejîma Îranê biryara îdamê der heqê wî de daye, Neteweyên Yekbûyî (NY) bang li Tehranê kir. Rayedarên NY destnîşan kirin ku darvekirina girtiyên ne reşît, bi ti awayî nayê qebûlkirin.

Ji bo girtiyê siyasî yê Kurd Saman Nasîm ê rejîma Îranê biryara îdamê der heqê wî de daye, Neteweyên Yekbûyî (NY) bang li Tehranê kir. Rayedarên NY destnîşan kirin ku darvekirina girtiyên ne reşît, bi ti awayî nayê qebûlkirin.

Girtiyê siyasî yê Kurd Saman Nesîm ê di encama darizandina ne adîl û lêpirsîna di binê îşkenceyê de bi cezayê kuştinê hat mehkûmkirin, ji ber sûcên ku tê îdîakirin di 17 saliya xwe de kiriye, dibe ku îro bê darvekirin.

Malbata Nesîm çend roj berê dabû xuyakirin ku ji wan re hatiye gotin Nesîm dikare di 19'ê Sibatê de bê darvekirin. Kurdistanî û dostên wan ji bo Nesîm neyê darvekirin, li gelek welatên cîhanê xwepêşandan lidar xistin. Rayedarên Neteweyên Yekbûyî (NY) jî banga "Îdamê bisekinîne" li rêveberiya Tehranê kir.

Raportorê Taybet ên Kuştinên Kêfî yan jî Darizandin, Derveyî Hiqûqê yê Neteweyên Yekbûyî Christof Heyns û Raportorê Mafên Mirovan ên li Îranê yê NY Ahmed Shaheed li bajarê Swîsre Cenevreyê civîneke çapemeniyê lidar xistin, bal kişandin ser rewşa Nesîm û diyar kirin ku girtiyên ne reşît bi ti awayî nikarin bên îdamkirin.

Rayedarên NY dan xuyakirin ku di sala 2014'an de li Îranê zêdeyî 700 girtî bi cezayê îdamê hatine cezakirin, ji van 14 jê jin, 13 jê ciwan in û bibîr xistin ku di Çileya bihurî de 60 kes hatine îdamkirin.

DARIZANDINA NESÎM BI AWAYEKÎ DERVEYÎ HIQÛQÊ HAT KIRIN!

Saman Nesîm di Nîsana sala 2013'an de li bajarê Mahabad ê Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê dadgeheke ceza ve bi îdîaya endametiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi îdîaya "Dijminatiya li Xwedê" (moharebeh), "li cîhanê bê exlaqî" (ifsad fil-arz) û çalakiya çekdarî ya li hemberî Mûxafizên Şoreşa Îranê sûcdar hat dîtin û cezayê mirinê lê hat birîn.

Nesîm ku dema hat girtin 17 salî bû, destûr jê re nehat dayîn ku bi parêzer re hevdîtinê bike. Nesîm got ku neynûkên wî pî û destan hatine kişadin, li wî hatiye xistin, li pişt, ling û zikê wî birîn hene, demeke dirêj bi awayekî serberjêrî hatiye daliqandin û îşkence lê hatiye kirin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ku çend roj berê nameya Nesîm weşand got, "Rayedarên Îranî nehiştin parêzerên Saman Nesîm dozê bişopînin û nehiştin parêzerek ji bo wî bê wezîfedarkirin." Hatibû ragihandin ku di 15'ê Sibatê de kesên ji rayedarên îstîxbaratê, ji bo Nesîm sûcên lê tên kirin qebûl bike, bi saetan li wî dabûn.

Berpirsyarê Mafên Mirovan a Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê Christoph Strasser duh daxuyaniyeke nivîskî weşandibû û gumana xwe ya ji ber xeteriya darvekirinê ya li ser Saman Nesîm anîbû ziman. Strasser dabû yakirin ku di dema Nesîm hat sûcdarkirin de reşît nebû û gotibû, "Pêwîste rayedarên Îranî înfazê bisekinînin û ji bo Nesîm pêvajoyeke adîl a darizandinê bidin destpêkirin."