Kurdistaniyên li Bielefeldê li Dusseldorfê daxwaza edaletê kirin

Çalakiya "Bêdengiya we ji hevkariya we tê?" ya her hefte li bajarê Elmanya Dusseldorfê ji bo dîtina kiryarên komkujiya Parîsê tê lidarxistin, vê hefteyê ji aliyê Kurdistaniyên li bajarê Bielefeldê ve hat lidarxistin.

Çalakiya ku her hefte tê lidarxistin, li ber Konsolosa Fransayê ya li Dusseldorfê pêk hat. Kurdistaniyên ji bajarê Elmanya Bielefeldê bi dirûşma "Bêdengiya we ji hevkariya we ye?" tevlî çalakiyê bûn. 

Di çalakiyê de wêneyên "Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez" û pankartên komkujiyê şermezar dikin, hatin hilgirtin. Girseya gel bang li hikûmeta Fransayê kir ku bi berpirsyariyên xwe rabe û nerazîbûn li bêdengiya Fransayê hat nîşandan.

Çalakgeran destnîşan kirin, ku heta komkujiya li Parîsê bê ronîkirin û kiryar werin aşkerakirin, ew ê têkoşîna xwe dewam dikin.