KCK’ê ji bo fermandarê pêşmergeyan Dilşad Ezîz sersaxî xwest
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, ji bo fermandarê pêşmergeyan Dilşad Ezîz ê li Şengalê jiyana xwe ji dest da, ji malbat û gelê Kurdistan sersaxî xwest.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, ji bo fermandarê pêşmergeyan Dilşad Ezîz ê li Şengalê jiyana xwe ji dest da, ji malbat û gelê Kurdistan sersaxî xwest.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, ji bo fermandarê pêşmergeyan Dilşad Ezîz ê li Şengalê jiyana xwe ji dest da, ji malbat û gelê Kurdistan sersaxî xwest.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, têkildarî fermandarê pêşmergeyan Dilşad Ezîz ê li Şengalê jiyana xwe ji dest da daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCK’ê got, “Em fermandarê pêşmergeyan Dilşad Ezîz ê di berxwedana Şengalê ya li hember faşîstên DAIŞ’ê de şehîd ket, bi rêz û hurmet bibîr tînin li hember bîranîna wî bi rêz xwe ditewînin. Em ji gelê Kurdistan, malbat û xizmên Şehîd Dilşad Ezîz re sersaxiyê dixwazin.”
Daxuyanî wiha didome: “Di êrîşên faşîstên DAIŞ ên li hember hebûn û azadiya gelê Kurd de li hember berxwedan û parastina hevpar a hêzên gerîla, YBŞ û pêşmergeyan de darbeyên mezin xwarine. Çeteyên faşîst ên DAIŞ’ê yên dijminê mirovatiyê û nebûne mirov, ji Kobanê hatine avêtin. Ev koma çete ya faşîst ku li Kobanê rastî têkçûneke mezin a dîrokî hat, wê li Şengalê jî li hember hêzên gerîla, YBŞ û pêşmergeyan rastî heman aqubetê were.
Şehadetên gerîla û pêşmergeyan ên di berxwedanê de, berxwedana hevpar a li Kobanê, Şengal, Kerkuk, Xanêqîn, Mexmûr, Celawle û hwd. li qadên din tê pêşxistin, careke din nîşan daye ku, faşîzma DAIŞ’ê dijminê hevpar ê tevayî gelê Kurdistanê ye. Li hember vê rêxistina hov û celad parastina hebûn, azadî û destketiyên gelê me, berpirsiyartiya hevpar a gerîla û pêşmergeyan e. Ev pêşveçûn hemû yekîtiya neteweyî-siyasî û parastina hevpar a gelê Kurd di asta neteweyî de mecbûr dike. Bîranîna şehîdên Kurdistanê kirina sedema serketinê û ji bo bersiva bendewariyên pêkanîna yekîtiya neteweyî ya gelê me û hêzên parastina hevpar; ji bo me hemûyan, tevayî rêxistin û komên Kurdistanî bûye wezîfeyeke ku nayê taloqkirin. Bîranîna fermandarê pêşmergeyan şehîd Dilşad Ezîz û tevayî şehîdên berxwedanê fermana vê didin.”
KCK herî dawî got, “Bi pelçiqandina faşîzma DAIŞ a êrîşî hebûn û azadiya Kurdistanê dike, ji bo gelê me bi awayekî azad, bi ewle û di nav hizûrê de bijî em careke din soz didin ku bi hemû hêza xwe bi biryardariyeke mezin û ruhê fedayî em ê têkoşînê pêş bixin.”