YPG’ê nasnameya 4 şervanan aşkera kir
Navenda Ragihandina YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 4 şervanên YPG/YPJ’ê ku di operasyonên rizgarkirina Kantona Kobanê yên 15’ê Sibatê de jiyana xwe ji dest dane aşkera kir.

Navenda Ragihandina YPG’ê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand û nasnameya 4 şervanan aşkera kir.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Hemleya ku yekîneyên me bi armanca rizgarkirina Kantona Kobanê ji terorîstan dabû destpêkirin bi dijwarî û serkeftî dewam dike. 4 rêhevalên me ku rolek mezin di şer de leyîstin û bi berxwedaniya xwe tirs û xof di nav cigerên dijmin de ava kirin, bi lehengî şer kirin û di 15’ê sibatê de tevlî nava refên pakrewanan bûn.
4 rêhevalên me weke Arîn, Kendal, Sitêrk, Diyar û bi hezaran pekrewanan soza xwe bicih anîn, bi diruşmeyên ‘an serkeftin an serkeftin’ hêviyên dijmin têk birin û şikandin.
Em wekî Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin soza xwe bi şehîdan re nû dikin û dilopek ji xwîna şehîdên me wê bibe kelem di çavên neyara de.”
Li gorî daxuyaniyê nasnameya 4 cangoriyan wiha ye:
Baran Berxwedan ê bi nasnav Harûn, li Derikê ji dayik bûye. Di sala 2013'an de tevlî bûye, 15'ê Sibata 2015'an li Kobanê jiyana xwe ji dest da.
Şervana YPJ'ê ya bi nasnav Silav Serda, 15'ê Sibata 2015'an li Kobanê jiyana xwe ji dest da.
Şervanê bi nasnav Devrîm Kobanê, 15'ê Sibata 2015'an li Kobanê jiyana xwe ji dest da.
Şervanê bi nasnav Serhildan Efrîn, 15'ê Sibata 2015'an li Kobanê jiyana xwe ji dest da.