Biryara darvekirina Saman Nesîm li Wanê hat protestokirin
TUYAD-DER a Wanê, biryarên darvekirina girtiyên siyasî yên Kurd ên li Îranê, protesto kir.
TUYAD-DER a Wanê, biryarên darvekirina girtiyên siyasî yên Kurd ên li Îranê, protesto kir.
TUYAD-DER a Wanê, biryarên darvekirina girtiyên siyasî yên Kurd ên li Îranê, protesto kir. Serokê TUYAD-DER'ê Ahmet Aygun xwest, biryara darvekirinê ya der heqê Saman Nesîm de hatiye girtin, bê betalkirin.
Bi armanca şermezarkirina biryarên darvekirinê yên Îranê,n TUYAD-DER'ê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Hevserokên HDP'ê ya Wanê Hamiyet Şahîn, Parêzer Mîraz Çalli, Hevserokên HDP'ê ya Wanê Parêzer Derya Hayva û Veysî Dîlekçî, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, li gel girseya gel amade bûn.
Serokê TUYAD-DER'ê Ahmet Aygun daxuyanî da û diyar kir ku li du dewletên mezin ên Rojhilata Navîn Tirkiye û Îranê, girtîgeh bi girtiyên siyasî yên Kurd dagirtî ne. Aygun got, "Rejîma Îranê tevî zextên raya giştî ya neteweyî û navneteweyî, siyasetmedarên mûxalîf bi darve dike. Niha jî xwe amade dike siyasiyekî din ê Kurd bi darve bike. Piştî lêpirsîneke di bin îşkenceyê de Saman Nesîm ê 17 salî, emrê wî mezin kirin (Mîna di 12'ê Îlona 1980'yî de cûntaya leşkerî ya faşîst emrê Erdal Eren mezin kir) û cezayê îdamê lê birî. Komara Îslamî ya Îranê careke din nîşan da ku di xûsûsên Kurd û Kurdistanê de, ne Îslamî ye ne jî însanî ye. Komara 'Îslamê' ya Îranê bi tenê mêtînger e. Mêtînger li welatên lê serdest in ne Misilman in ne jî însanî ne."
Aygun axaftina xwe wiha dewam kir: "Rejîma Îranê girtiyên Kurd li dû hev bi darve dike. Di 2009'an de Îhsan Fetahiyan, di 2010'an de Fesîh Yasemînî, mamosteyên Kurd Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan û Şîrîn Elemhûlû, di 2011'an de Ferhad Tarim û Huseyîn Xizirî îdam kir. Di sala 2012'an de li gorî hejmarên fermî li Îranê 360 kes hatin îdamkirin. Bi mirovên bi dizî hatine darvekirin re ev hejmar bi du qatan zêdetir dibe. Li dadgehan mafê parastinê yê têrkerî nayê naskirin. Di binê çavan de, di lêpirsîn û girtîgehê de bi her şêweyî îşkence tê kirin. Di roja îro de li girtîgehên Îranê 26 girtiyên siyasî yên di bin gefa darvekirinê de hene. Rejîma mola ya Îranê, xwedî mejiyê DAIŞ'ê ye. Her du jî li ser mirin û îdamê ava bûne û jiyana xwe dewam dikin. Yek jê bi darve dike, yek jê jî serî jê dike. Mejî heman mejî ye. Heta ku li Rojhilata Navîn ev mejiyê barbar neguhere, ev yek ne tenê ji bo Kurdn wê bê serê hemû gelên bindest...Lewma em bang li tevahiya gelên bindest, gelên mazlûm ên Rojhilata Navîn dikin ku li dijî vî mejiyê hov li ber xwe bidin û bang li raya giştî ya navneteweyî dikin ku ji bo afirandina civakeke demokratîk a Tirkiyeyê, pêkhatina sîstemeke hemdem û demokratîk a Rojhilata Navîn, bi hestyarî tevbigere.
Û em bang li Îranê dikin ku dawî li bê edaletiya xwe ya li Rojhilatê Kurdistanê bîne."
Piştî daxuyaniyê girseya gel bi 5 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk anî û biryarên darvekirinê protesto kir.