Karayilan: Di operasyona Tirba Silêman Şah de serketin nîne

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir, ku operasyona Tirba Silêman Şah bi agahdarî û erêkirina PYD û YPG'ê pêk hatiye û got, "Tevgereke ku hatiye nîqaşkirin, li ser hatiye axivîn û di çarçoveya planekê de bicih hatiye anîn e."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir, ku operasyona Tirba Silêman Şah bi agahdarî û erêkirina PYD û YPG'ê pêk hatiye û got, "Tevgereke ku hatiye nîqaşkirin, li ser hatiye axivîn û di çarçoveya planekê de bicih hatiye anîn e."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan, operasyona Tirba Silêman Şah, ji ANF'ê re nirxand.

'BI DESTÛR Û ERÊKIRINA YPG Û RAYEDARÊN KANTONÊ OPERASYON PÊK HATIYE'

Karayilan da xuyakirin, ku li gorî daxuyaniyên Fermandariya Giştî ya YPG'ê, rayedarên dewleta Tirk ji bo vê operasyonê bi rêveberên Kantona Kobanê, nûnerên YPG'ê û Hevserokatiya PYD'ê re 5 caran hevdîtin kirine û ji bo operasyona rizgarkirina leşkerên li Silêman Şah, ji wan destûr û destek xwestine. 

Karayilan diyar kir, ku rayedarên PYD, YPG û Kantonê, di encama nîqaşeke berfireh û dirêj, ev pêşniyara dewleta Tirk pejirandine û got, "Bi dîtina min, ev rewş ji bo her du aliyan dikare kêrhatî be. Eger bixwazin têkiliyê deynin û dostaniyên biafirînin, ev yek dikare bibe wesîleya destpêkek baş.

Bi qasî ku ji daxuyaniyan tê fêmkirin, ji Kobanê heta 3 kîlometre nêzî Tirba Silêman Şah, li tevahiya herêmê hêzên YPG tedbîrê digirin, korîdorê vedikin, bi pêşengiya wesayîtên YPG'ê hêzên dewleta Tirk dibin wê derê û li ser vê bingehê hin wesaît jî bi pêş ve diçin û xwe digihînin Qereqola Saygi ya Silêman Şah.

Tevgereke ku hatiye nîqaşkirin, li ser hatiye axivîn û di çarçoveya planeke li ser bingeha berjewendiyên her du aliyan de, bicih hatiye anîn e. Bi qasî ku min fêm kiriye, dewletek ji Koalîsyona Navneteweyî jî, tevkarî li baweriya ji hev kiriye û ji bo ev hevkarî bimeşe ketiye nava hewldanên telqînkirinê. Diyare dewleta Tirk ji wir jî destek xwestiye. Bi kurtasî operasyon li ser vê bingehê pêk tê."

'DIYAR E DEWLETA TIRK BI DAIŞ'Ê RE JÎ LI HEV KIRIYE'

Karayilan der barê veguhastina leşker û alavên li Tirba Silêman Şah bêyî şer û pevçûnan, ev nirxandin kir: 

Dema 3 km nêzî Tirbê dibe, herêma DAIŞ'ê destpê dike. Ji ber ku ew der eniya şer e, hêzên DAIŞ û YPG li hemberî hev ketine mewziyan. Du rê hene ku van mewziyan derbas bikin û derbasî aliyê din bibin: Ya yekemîn bê bêdengî bi şêweyê xwe berdana navê, yan jî bi êrîşê, bi şer dikare bigihêje tirbê. Lê belê di vir de dewleta Tirk herduyan nake. Ji rêya vekirî diçe û xwe digihîne Qereqola Silêman Şah. Di dema çûyînê de hêzên DAIŞ'ê xwe vedikişînin û bi ti awayî dest li leşkeran wernadin. Diyare ku haya wan jî jê heye. Tê fêmkirin ku dewleta Tirk ji bo operasyoneke hevpar ne tenê bi YPG'ê re, bi DAIŞ'ê re jî li hev kiriye. Yanî ji bo veguhastina leşker û tirba li wê derê, bi DAIŞ'ê re têkilî û diyaloga pêwîst hatiye kirin. Ev wiha tê fêmkirin. Na xwe, li eniyeke şer ne pêkane ku leşker bikeve wê derê, bi saetan li wir tevbigere, leşker û tirbê ji wir bîne, lê şer neke."

'HIN JI BERPIRSYARÊN DAIŞ'Ê DIÇÛN WÊ QEREQOLÊ Û ISREHET DIKIRIN'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan da xuyakirin ku herêma mijara gotinê ji aliyê hêzên DAIŞ'ê ve hatiye dorpêçkirin û got, "Hêzên DAIŞ'ê, ji bo xwe ji êrîşên hewayî yên hêzên koalîsyonê yên navneteweyî û Dewleta Sûriyeyê biparêzin, xwe li derdora vê qereqolê bicih kiribûn û hin ji berpirsyarên wan jî diçûn nava qereqolê isrehet dikirin. Dibe ku leşkerên Tirk nexwazin vê qebûl bikin, lê belê li wê derê sîstemeke bi wî rengî ya de facto hebû. Yanî di nava hev de bûn."

'DI VIR DE TI SERKETINEKE LEŞKERÎ YA TIRKIYEYÊ NÎNE'

Karayilan da xuyakirin, ku ji ber her du aliyan bi temamî ji hev bawer nedikirin û ji bo peymana bi DAIŞ'ê re ji aliyê derve ve neyê dîtin, dewleta Tirk bi ewçend tankan operasyon pêk aniye û got, "Hesaba 'çi dibe çi nabe' kirin. Ji xwe, bawerim dewleta Tirk xwestiye bi hêzeke zêdetir û hejmareke bêhtir a maşînên zirxî tevbigere, lê di encama lihevkirina bi YPG'ê re hejmara leşker û maşînên xwe yên zirxî kêm kir. YPG'ê jê re got, 'Em hene, pêwîstî bi ewçend hejmara zêde ya leşker û maşînên zirxî nîne' û ji wan xwest, hejmarê kêm bike, wan jî kêm kiriye. Tanî tedbîr hatiye girtin. Naxwe, aliyên heyî bi saya têkiliyên dîplomatîk ji xwe karê xwe kirine, agahî dane hev. Diyare, bi rêbazeke dişibe ya rizgarkirina endamên konsolosiya Mûsilê, leşker ji wir derxistine. Di vir de ti serketineke leşkerî nîne; ji ber ku li holê pevçûnek, operasyoneke rizgarkirinê nîne. Di vir de mirov dikare behsa bikaranîna dîplomasî û têkiliyan bikin."

 'DI NAVBERA TIRKIYE Û DAIŞ'Ê DE ALOZÎ NÎNE, TIRKIYEYÊ BERIYA HILBIJARTINAN TEDBÎR STENDIYE'

Karayilan sedema rakirina Tirba Silêman Şah jî bi vî rengî nirxand:

"Bi kurtasî di navbera DAIŞ û Tirkiyeyê de, di rewşa heyî de ti alozî nîne. Tirkiyeyê beriya hilbijartinan tedbîrek girtiye. Ji ber ku çep û rastê DAIŞ'ê carna ne diyare. Tevî ku têkiliya xwe bi hev re hene jî, diyare hesabê 'çi dibe çi nabe' kirine. Her wiha, ji ber ku hêzên YPG'ê bi qasî mesafeya 3 km nêz bûn, herêm veguherî qada şer û pevçûnan. Ev jî rewşeke rîskê zêde dike ye. Herêm ji provokasyonan re vekirî ye. Ji ber vê yekê diyare biryara vekişînê dane. Ji xwe, bi qasî ku di çapemeniyê de hat weşandin, bi pêşdîtina 'heta meha Mijdarê wê Kobanê bikeve' ji bo guhertinê bikin, leşker anîne Pirsûsê; dûre biryara guhertinê veguheriye biryara transferê. Ji ber ku Kobanê têk neçû, ket destê YPG'ê. Ji ber vê yekê ew der veguherî qadeke şer."

'JI BO NAVBERA XWE Û DAIŞ'Ê XERA NEKE TIRKIYEYÊ QEREQOLA XWE JI WIR RAKIRIYE'

Karayilan da zanîn ku ji vê rewşê tê fêmkirin ku Tirkiye naxwaze derkeve pêşberî DAIŞ'ê û hewl dide, rewşeke karibe rê li ber pirsgirêkê veke, ji holê radike. 

Karayilan da xuyakirin ku Tirkiye naxwaze navbera xwe û DAIŞ'ê xera bike û got, "Ji ber vê yekê xwestiye qereqolê ji wir rake û DAIŞ'ê jî ev yek pejirandiye. Ya ku qewimiye ev e, lê niha hewl didin vê rastiyê bi awayekî din nîşan bidin."

Karayilan dawiya axaftina xwe de ragihand, ku ewne li dijî operasyona pêk hatiye, lê belê divê rastiyên bi vê operasyonê re derketine holê ji aliyê her kesî ve were dîtin. 

'EM HÊVÎDARIN KU AKP VÊ DESTEKA KANTONA KOBANÊ JI BÎR NEKE, NANKORIYÊ NEKE'

Karayilan got, "Têkiliya DAIŞ û AKP'ê li vê derê careke din derketiye holê. Em hêvîdarin ku wê Tirkiye dawî li destekkirin û hevkariya DAIŞ'ê bîne û êdî vê polîtîkayê nemeşîne. Her wiha em hêvîdarin ku AKP vê desteka girîng a Kantona Kobanê ji bîr neke, nankoriyê neke û ambargoya li ser Kobanê rake. Di rewşa heyî de, ji bilî vekirina korîdorekê divê sînor ji bazirganiyê re veke. Ji ber ku di rewşa heyî de ambargoyek heye. Li deriyên din rewşeke bi vî rengî nîne, lê belê li deriyê Kobanê çûn û hatin û bazirganî ne serbest e. Sedema wê jî, Kurdbûn e. Em hêvîdarin ku AKP wê li gorî vê desteka Kurdên li Kobanê jê re kir, gavan biavêje. Ne polîtîkayên dijminatiyê, polîtîkayên cîrantiyeke baş, nîşan bide."