Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Gezen ji aliyê malbatê ve hat girtin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Eser Gezen ê di Operasyona Azadkirina Şengalê de jiyana xwe ji dest da, ji Deriyê Sînor ê Dirbêsiyê (Bakurê Kurdistan) hat wergirtin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Eser Gezen (Armanc Botan) ê li Şengalê di şerê 15'ê Sibatê yê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, ji Deriyê Sînor ê Dirbêsiyê yê Navçeya Mêrdîn Qoserê ji aliyê malbatê ve hat wergirtin. Di dema wergirtina cenaze de rêveberên DBP, HDP ên bajar û navçeyan, Hevşaredarên Artûklû, Qoser, Nisêbîn, Kerboran, endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, ÎHD, MEYA-DER, KURDÎ-DER li gel malbatê amade bûn.
Li dû temambûna kar û barên li deriyê sînor, cenaze bi dirûşmên "Bijî HPG", "Şehîd Namirin" li ambûlansê hat bicihkirin û ji bo otopsiyê bi konvoyê birin Amedê.
Piştî otopsiyê wê cenazeyê gerîlayê HPG'ê Gezen li navçeya Agirî Patnosê bê veşartin.