Hevserokê DBP’a Koprukoyê rastî êrîşa faşîstan hat

Hevserokê DBP'ê yê navçeya Koprukoy a Erziromê Necatî Yazici rastî êrîşa komek ulkucu (nijardperestên Tirk) ya bi dar û satoran hat.

Hevserokê DBP'ê yê navçeya Koprukoy a Erziromê Necatî Yazici rastî êrîşa komek ulkucu (nîjadperestên Tirk) ya bi dar û satoran hat.
Hevserokê DBP'ê yê navçeya Koprukoyê Necatî Yazici di dema li cihekê rûniştîbû, rastî êrîşa komek ulkucu ya bi dar û satoran hat. Di encama êrîşê de Yazicî birîndar bû. Koma ulkucu ya bi dar, kêr û satoran ketin kargeha kar, piştî Yazici birîndar kirin ji kargehê dûr ketin.

Hat îdîakirin ku ligel êrîşkaran çek jî hebû. Piştî êrîşê Yazici, ji aliyê hevalên wî ve rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Koprukoyê.

Hat zanîn ku gelek kêlî dane serê Yazici.