'DAIŞ û leşker xwedî heman mejî ne'
Hedlê Mihemed dibêje 6 xwişk-birayên Lokman Alî li nava refên YPG/YPJ'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin û destnîşan kir ku mejiyê DAIŞ'ê û yê leşkeran weke hev e.
Hedlê Mihemed dibêje 6 xwişk-birayên Lokman Alî li nava refên YPG/YPJ'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin û destnîşan kir ku mejiyê DAIŞ'ê û yê leşkeran weke hev e.
Dayika şervanê HPG yê ji Kobanê bi navê Lokman Alî (Rojhat Kobanê) Hedlê Mihemed (60) da zanîn ku kurê wê ji hêla leşkerên Tirk ve bi zindî hatiye girtin, îşkence lê hatiye kirin û bi zindî hatiye şewitandin. Hedlê Mihemed dibêje 6 xwişk-birayên Lokman Alî li nava refên YPG/YPJ'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin û destnîşan kir ku mejiyê DAIŞ'ê û yê leşkeran weke hev e.
Kantona Kobanê bi berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê di dawiya 134'an ji çeteyên hovanê yên DAIŞ'ê hat paqij kirin û berxwedana Kobanê di dîrokê de cihê xwe girt. Her wiha di vê dîroka hat nivîsandin de bi saya cangoriyên YPG û YPJ'ê Kantona Kobanê ne ket destên çeteyên dijminê mirovahiyê. Bi hezaran ciwanên Kobanê di nav Tevgera Azadiyê ya Kurd de cihên xwe girtin û di bi paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, ji bo gelê Kurd li hemberî dagirker û çeteyan şerekî bêhempa meşandin. Ji nav van cangoriyan yek jê şervanê Hêzên Parastina Gel (HPG) bi navê Lokman Alî (Rojhat Kobanê) ye. Lokman di sala 2006'an de, di 22'ê Tîrmehê de li Çiyayê Gabarê bi hevalê xwe Serbest Kiçî (Salih Gezer) re li hemberî leşkerên Tirk berxwedanek destanî nîşan dan. Lokman û Kiçî, piştî fîşekên wan xilas dibin, dîl dikevin destên leşkerên Tirk û bi zindî tên şewitandin. Dayika Lokman Alî (Rojhat Kobanê) Hedlê Mihemed (60) piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji gundê Tilêjbê bi xwesteka şervanên YPG/YPJ'ê hatiye Pirsûsê.
'KURÊ MIN YEKÎ PIR FEDEKAR BÛ'
Dayik Hedlê da zanîn ku kurê wê ji hêla leşkerên tirk bi saxî hatiye girtin, îşkence lê hatiye kirin û bi zindî hatiye şewitandin. Hedlê diyar kir ku kurê li hemberî leşkerên tirk bi seatan şer kiriye û ji ber ku fîşek xilas bûye dîl ketiye destên wan û got: "Lokman di sala 1980'an de hat dinyayê. Kurê min yekî pir fedakar bû. Her tim li hemberî zilmê û neheqiyê bû. Ji gelê xwe hez dikir. Girêdayî tevgera kurd bû. Dema Serok Apo hat girtin ew jî tevlî refên gerîla bû. Heta sala 2000'an li Qendîlê bû. Dûre derbasî Botan, Zap û Zagrosê bû. Hevalan jê gelekî hez dikirin."
'DEWLETA TIRKIYEYÊ JÎ MIROVAN BI ZINDÎ DIŞEWITÎNE, DAIŞ JÎ BI ZINDÎ DIŞEWITÎNE'
Dayik Hedlê destnîşan kir ku dema leşkerên Tirk êrîşî kurê wê kirine ew û bi hevalekî xwe re bi saetan li dijî artêşa Tirk şer kirine û got: "Cerdevanan cihê wan îxbarî leşkeran kirin û leşkeran girtin ser wan. Bi saetan şer kirin, lê piştî fîşekên wan xilas bûn dîl ketin destê leşkeran. Leşkerên Tirk jî benzîn berdan ser wan û bi zindî ew şewitandin. Dema agir berda canê wî negot 'ay!' jî. Tu cudatiya dewleta Tirkiyeyê û DAIŞ'ê tine ye. DAIŞ jî mirovan bi zindî dişewitîne. Kurê min şehîdekî leheng bû. Kesî wiha tine bû. Berpirsyarekî mezin bû. Niha ez nizanim gora wî li ku derê ye. Tenê min hestiyê wî bidîtiya jî besî min bû. Serê min bi kurê min Rojhat her tim bilind e. Şehîdên me ti carî namirin û em ti carî jî ala wan danînin."
'MIN KARÎBA MIN Ê LI DIJÎ ÇETEYÊN DAGIRKER LI KOBANÊ ŞER BIKIRA'
Dayik Hedlê bi lêv kir ku 3 keç û 3 kurên wê jî di berxwedana Şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê de jî cih digirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hevserê min jî zûde ye jiyana xwe ji dest daye. Ez û kurê xwe, bûka xwe û 2 neviyê min heye. Kurê min jî nexweş e. Ez bi vî temenê xwe yê mezin li wan dinêrim. 6 zarokên min jî li Kobanê li hemberî çeteyên hovanê terorîstên DAIŞ'ê welatê xwe diparêzin. Min karîba ez ê jî biçam Kobanê li hemberî çeteyên dagirker şer bikrama. Ligel hemû lîstikên qirêj Kobanê ya me neket û şervanên me yên YPG/YPJ'ê rizgar kirin."