Cenazeyên Kato û Gabar ji bo otopsiyê şandin Rihayê

Şervanên YPG'ê Mêrxas Kato (Abdûllah Dûrmûş) û Cûdî Gabar (Ferhat Bahşîş) yên ku duh li başûrê Kobanê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dan, cenazeyên wan îro anîn nexweşxaneya dewletê a Pirsûsê.

Şervanên YPG'ê Mêrxas Kato (Abdûllah Dûrmûş) û Cûdî Gabar (Ferhat Bahşîş) yên ku duh li başûrê Kobanê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dan, cenazeyên wan îro anîn nexweşxaneya dewletê a Pirsûsê.

Cenazeyên şervanên YPG'ê Mêrxas Kato û Cûdî Gabar ên ku duh di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dan, îro anîn Pirsûê. Cenazeyên şervanên YPG'ê ji aliyên malbatên cangoriyan, rêveberên MEYA- DER a Pirsûs û Cizîrê, endamên DBP'ê ya Pirsûs û Elkê û Hevşaredarê Elkê Nûrettîn Ataman ve hat pêşwazîkirin.

Piştî lêkolînên serdozgerî yên li nexweşxaneya navçeyê cenazeyên Kato û Gabar ji bo otopsiyê şandin saziya edlî ya tipê ya Rihayê. Piştî otopsiyê cenazeyê Mêrxas Kato wê bibin Elkê û cenazeyê Cûdî Gabar jî wê bibin navenda Şirnexê.