Ji CÎK'ê daxuyaniya li ser darvekirinên li Îranê
CÎK'ê, darvekirina girtiyên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar kir û got, "DAIŞ bi kêrê serê mirovan jê dike, Îran a Şîa jî bi ben vê yekê dike."
CÎK'ê, darvekirina girtiyên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar kir û got, "DAIŞ bi kêrê serê mirovan jê dike, Îran a Şîa jî bi ben vê yekê dike."
CÎK'ê, darvekirina girtiyên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar kir û got, "DAIŞ bi kêrê serê mirovan jê dike, Îran a Şîa jî bi ben vê yekê dike. Cihê mixabîniyê ye ku ola me ya aştî û biratiyê ye dikin amûrek vî karê xwe û mirovahiyê, gelê me ji Îslamê sar dikin."
Civata Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir, ku ev rêveberiya bêbext a ku ji xwe re dibêje Komara Îslamî ya Îranê, mirovê ku Xwedê dibêje xelîfeyê min e bi bêrehmî qetil dike û dojeha xwe bi destê xwe amade dike.
CÎK'ê ragihand ku ola Îslamê, şîretên ji bo aştî û biratiyê li mirovan dike û anî ziman ku yên bi bikaranîna navê Îslamê re Kurdistan dagir kirine, her roj gelê Kurd ê mezlûm bi xwînxwarî qetil dike û got, "Bi li xwe kirina kirasê Îslamê re, DAIŞ û cêwiyê wê yê Şîa Îran Îslamê ji hev dixin û bi tenê fitne û fesadiyê li ser rûyê erdê bela dikin."
CÎK'ê da zanîn ku Îran û DAIŞ, mirovên dîktatoriya wan qebûl nakin û li hemberî zilmê teslîm nabin bi bêrehmî qetil dikin û destnîşan kir ku Îran a Şîa û DAIŞ a Sunnî cîhan li gelê Kurd kirine dojeh.
Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Dema DAIŞ seriyan bi kêrê jê dike, Îran a Şîa jî serên me bi ben qut dike. Cihê mixabîniyê ye ku ola me ya aştî û biratiyê ye dikin amûrek vî karê xwe û mirovahiyê, gelê me ji Îslamê sar dikin. Navên Îran û DAIŞ'ê bi tenê bi qetilkirina keç û xortên Kurd li cîhanê tê bihîstin.
Dewleta Îranê li zîndana Ûrmiyê du aktîvîstên siyasî yên birayên hev Ebîbûllah û Elî Efşanî îdam kirin û Saman Nesîm ê 17 salî îdam kir. Tê gotin ku sê aktîvîstên siyasî Sîwarn Nijawî, Îbrahîm Şapûrî û Yûnis Axayan aqûbeta wan ne diyare. Em bang li tevahiya Misilman û mirovahiyê dikin ku rejîma zilmê ya Îranê ya xedar, ku li ser navê ola me mirovan qetil dike, şermezar bikin û dengê xwe bilind bikin."
CÎK'ê di daxuyaniya xwe de ev bang li Îran û DAIŞ'ê kir: "Destên xwe yên bi xwîn ji sînga gelê me yê mezlûm vekişînin."