Li gundên Til Temirê pevçûn

Hate ragihandin ku li gundên Xêbiş û Til Şamîran ên ser bi Til Temirê, di navbera şervanên YPG/YPJ’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şer û pevçûnên dijwar diqewimin.

Hate ragihandin ku li gundên Xêbiş û Til Şamîran ên ser bi Til Temirê, di navbera şervanên YPG/YPJ’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şer û pevçûnên dijwar diqewimin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, îro danê sibehê saet di 05.00’an de çeteyên DAIŞ’ê hewl dan êrîşî bendên kontrolên yên şervanên YPG’ê yên li gundên Xêbiş û Til Şamîran ên girêdayî bajarê Til Temirê bikin. Çete li bersiva tund a şervanan rast hatin. Li ser vê yekê şer û pevçûnên dijwar rû dan.

Hat ragihandin ku pevçûnên li herêmê dewam dikin.