Tevgera hewayî zêde dibe

Tevgera hewayî ya artêşa Tirk didome.

Tevgera Hewayî ya Artêşa Tirk didome.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku êrîşa hewayî ya li Herêmên Parastinê yên Medya her diçe zêde dibe.

HPG’ê der barê tevgera balafirên şer û keşfê de ev agahî dan:

"22’ê Sibatê saet di navbera 16.00- 19.30’an de li herêma Adilbeg a navçeya Şemzînanê balafirên şer ên Tirk xebatên keşfê kirine. Ev tevgera hewayî li Herêmên Parastinê yên Medya berdewam kirine. Li gorî vê;

22’ê Sibatê saet di navbera 23.00 û 23’ê Sibatê saet di 05.00’an de li ser xeta sînor a herêma Metîna xebatên keşfê pêk hatine û 22’ê Sibatê jî saet di navbera 20.30 û 22.30’an de li ser herêma Zapê xebatên keşfê yên balafirên şer berdewam kirine.

Her wiha 23’ê Sibatê saet di 02.00-02.30’an de li ser herêma Garê jî tevgera balafirên şer hatiye jiyîn.”

BI HAWANAN LI HEFTANÎNÊ XISTIN

HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk Heftanîn jî bombebaran kiriye û got: “23’ê Sibatê (îro) saet 08.00’an herêma Şehîd Kendal û derdora wê ya li Girê Meymûn ku di bin kontrola artêşa Tirk de te û li  xeta sînor a Heftanînê ye bi hawanan bombebaran pêk hatiye. Her wiha heman rojê saet ji 02.30’an de de li xeta sînor û herêmê xebatên keşfê tên meşandin.”