KOMAW a malbatên zarokên xwe winda kirine ava kir dest bi xebatan kir

Malbatên li Ewropayê dijîn û zarokên xwe di têkoşîna azadiyê de winda kirine, KOMAW ava kirin û dest bi xebatên xwe kirin.

Malbatên li Ewropayê dijîn û  zarokên xwe di têkoşîna azadiyê de winda kirine, KOMAW ava kirin û dest bi xebatên xwe kirin.

Ji bo plana KOMAW a Kurdên li Stuttgart û derdora wê dijîn ava kirin, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stuttgartê civînek pêk hat.

JI BO BILINDKIRINA HÊZA MANEWÎ RÊXISTINBÛN

Di civîna bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, endamê Desteya Rêveberiya KOMAW Salîh Cizîrî axivî, da zanîn ku heta ji destê wan bê wê ji bo bendewarî û hêviyên malbatan bibin bersiv. Cizîrî wiha got: “Ji bo temsîliyeta me pêk bê divê hêza me hebe. Ev jî ancax bi statu û endamtiyên fermî pêkan e. Peywira me ye em malbatên şehîdan tespît bikin û wan ji aqûbeta zarokên wan agahdar bikin, windayan tespît bikin. 

Xebatên îdeolojîk jî peywira saziyê ye û ji bo hêza manewî ya malbatan bilind bibe, divê bigihêje sazîbûna rêxistinkirî. Îradeya rêxistinkirî, îradeya baweriyê bi manewiyatê re ye. Ji ber vê yekê cihê ku em bibin yek girêdayîna bi şehîdan re ye û tişta ku baweriya me zêde dike jî îradeya şehîdan e.”

KOMÎSYON BERFIREH BÛ

Endama Komîsyona Malbatên Şehîdan, Sultan Hazar rapora xebata salane xwend û piştî xwendina raporê komîsyona berê ji 4 kesan pêk dihat derxistin 9 kesî.

Di civînê de delegeyê Kongreya KOMAW a Stuttgartê û derdora wê ya di 3’ê Gulanê de pêk tê diyar kirin.