Fermandara YPJ'ê Baran li Cenevreyê hat bîranîn
Ji fermandarên YPJ'ê Şerîfe Baran (Stêrk Hakkarî) ya di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da, li Cenevreyê hat bîranîn.

Ji Fermandarên YPJ'ê Şerîfe Baran (Stêrk Hakkarî) ya li Kobanê di şerekî li dijî çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Swîsre Cenevreyê hat bîranîn. Di merasîma bîranînê ya li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê de kekê Baran Îzzet Baran û hejmarek zêde Kurdistanî û dostên wan amade bûn.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane kekê Baran Îzzet Baran peyivî û got, "Xwika min ne tenê şehîda me ye, şehîda hemû Kurdan e."
Baran da xuyakirin ku serketina piştî berxwedana bêhempa ya bi mehan bi dest xist, bi saya ruhê her ciwanên canê xwe feda kirin, derket holê.
Merasîma bîranînê bi dirûşmên "Şehîd Namirin" piştî axaftinan bi dawî bû.