Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş da xuyakirin ku operasyona Silêman Şah nayê wateya serketinê û diyar kir, ku gefên DAIŞ'ê yên li hemberî Tirkiyeyê wê zêde bibin. Demîrtaş destnîşan kir ku divê hikûmet 'dost û dijmin baş nas bike'. Demîrtaş ragihand ku 'pêvajoya çareseriyê' ji ber ferzên hikûmetê, bi pêş ve naçe.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Parlamentera Qersê Mulkiye Bîrtane û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek, der barê hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê de wê bi rêveberên Komeleya Kurd a Şoreşger Demokrat (DDKD), Partiya Demokratiyê ya Tevlîkar (KADEP) Tevgera Azadî, Platforma Vegera li Cewherê û Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP) re bicivin.
Demîrtaş beriya hevdîtinê, bersiv da rojnamevanan.
Demîrtaş ragihand ku operasyona Tirba Silêman Şah nîşan da ku polîtîkayên hikûmetê yên li ser Sûriyeyê ji destpêkê ve li ser şaşitiyan hatiye avakirin û bibîr xist, ku wan gelek caran gotine DAIŞ wê gefê li Tirkiyeyê bixwe.
'NE RAST E KU WEKE SERKETINÊ NÎŞAN BIDIN'
Demîrtaş anî ziman ku hikûmeta AKP li hemberî DAIŞ'ê tênekoşiyaye û diyar kir ku DAIŞ êdî gefê li Tirkiyeyê dixwe û ev gef wê zêde bibin. Demîrtaş got, "Wê qîma xwe bi Tirba Silêman Şah nînin. Li her cihê jê were, ew ê gefên xwe yên li hemberî Tirkiyeyê zêde bikin. Girînge li hemberî van gefan êdî hikûmet pozîsyoneke rast nîşan bide."
Demîrtaş da zanîn ku di têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê de hevkariya Tirkiyeyê bi hêzên demokrasiyê yên li herêmê, bi taybetî jî hevkariya bi PYD'ê re wê gelekî girîng be û got, "Dema DAIŞ'ê êrîşî Kobanê kir, me daxwaza korîdora leşkerî kirin. Bi korîdora Silêman Şah re me girîngiya vê korîdorê dît. Eger di rojên destpêkê yên êrîşên DAIŞ'ê li hemberî Kobanê de ji ser Tirkiyeyê korîdorek hatibûya vekirin û ji Cizîrê alîkariya leşkerî bigihaşta Kobanê, yanî Kurdan alîkariya leşkerî karibûya bigihanda hev, DAIŞ wê di rojên destpêkê de ji wê axê bihata avêtin. Em rast nabînin ku hikûmet nuqteya heyî weke serketineke mezin nîşan dide. Li naverastê, dibe ku serketineke leşkerî û siyasî jî tinebe. Lê belê kengî ji van şaştiyan vegere, wê ewqasî baş be. Vê bûyerê jî ev rastî nîşan daye."
'DIVÊ TIRKIYE DOST Û DIJMINÊ XWE BAŞ NAS BIKE'
Demîrtaş got, "PYD'ê di vir de nîşan da ku di navbera wan û Tirkiyeyê de têkiliyeke dijminatiyê nîne, nabe" û destnîşan kir ku divê Tirkiye 'dost û dijminê xwe baş nas bike'. Demîrtaş got, "Hêzên PYD'ê yên li wê derê, gelê li wir dijî, ji bo Tirkiyeyê ne gef ne jî dijmin e. Berevajî DAIŞ dijminê Tirkiyeyê ye. Lewma divê dost û dijmin ji hev bê neqandin û li gorî vê polîtîka bê meşandin. Em hêvîdar in ev yek wê ji têkiliya fermî ya navebra Tirkiye û PYD/Herêma Rojava re bibe alîkar. Ji ber ku têkiliyên navbera Rojava û Tirkiyeyê heta bi hetayê li ser dijminatî û tirsê nameşe. Me her tim destek dan ku têkiliyeke bi hev re bê xurtkirin û em amade ne desteka xwe ya ji bo têkiliyên bi vî rengî dewam bikin."
'FERZÊN HIKÛMETÊ PÊŞÎ LI PÊVAJOYÊ DIGIRE'
Demîrtaş pirsên têkildarî pêvajoya çareseriyê jî bersivand û ev tişt anî ziman: "Em hînê nehatine nuqteya ku daxuyaniyek hevpar bê dayîn. Ji ber ferzên yekalî û hewldanên manîpulekirinê yên hikûmetê daxuyaniyeke hevpar nehatiye dayîn. Em piştgiriyê didin muzakereya aştiyê. Em ji bo vê çi ji destên me bê em bikin. Em zanin ku hewceya Tirkiyeyê bi aştiyê ye. Heya niha ti tiştekî şênber derneketiye holê."
Demîrtaş bibîr xist ku heyeta Îmraliyê serê sibehê zû çûye Qendîlê û got ku dema ku heyet vegere Enqereyê bi hikûmetê re hevdîtinê pêk bîne. Demîrtaş bilêv kir ku encama hevdîtinê erênî be naveroka hevdîtinê ji raya giştî re parve bikin.