YPG: li Cizîrê 18 gund hatin rizgarkirin, 73 terorîst hatin kuştin
Di duyemîn roja operasyona şervanên YPG/YPJ’ê ya sêgoşeya Qamişlo, Til Hemis û Hedad de 18 gund hatin azadkirin û 73 terorîst hatin kuştin.
Di duyemîn roja operasyona şervanên YPG/YPJ’ê ya sêgoşeya Qamişlo, Til Hemis û Hedad de 18 gund hatin azadkirin û 73 terorîst hatin kuştin.
Navenda Ragihandina YPG’ê der barê encamên şer û pevçûnên di navbera hêzên YPG’ê û terorîstên DAIŞ’ê de li herêma Cizîrê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di rêzeçalakiyên şervanan de yên li sêkoşeya Qamişlo, Til hemîs û gundê Hedadê li dijî terorîstan 18 gundên din hatin rizgarkirin. Her wiha di çalakiyan de 73 terorîst hatin kuştin, terorîstek bi saxî hate girtin û 2 tirimpêl û geleke cebilxane jî hate desteserkirin.
Daxuyaniya Navenda Çapemeniya YPG’ê wiha ye:
“Li dijî rêxistina terorê ya DAIŞ’ê ku li ser herêmê û cîhanê bûye bela û li ser şoreşa rojava tehdîteke, êvara 21’ê Sibatê operasyonek hat dest pê kirin. Koalîasyona navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê piştgirî da û ev operasyon di roja duyemîn de bi serketî dewam dike.
Hêzên me di roja yekemîn a operasyonê de li Qamişlo, Til Hemis û Hedadê 22 gund rizgar kirin û ev operasyon doh bi şev li heman sêgoşeyê dewam kir. Piştî şerê bi terorîstan re gundên Xirbet El Baxil a mezin, Safya, Kemyonê, Ellaya, Damercê, Ûm Izam, Xirbet El Ebid, Wawiyye, Şiwera, Qersê û sêgoşeya Tiwêl ji destê terorîstan hatin rizgarkirin.
Li vê herêmê hêzên me di şer de terorîstek bi navê Ebû Misheb Şamî bi saxî girtin. Her wiha 1 pîck-up, 1 mînîbus, 1 kamyon, 2 motorsîklet, 2 keleşnîkof, 1 roketavêja B7 û guleyên wê, 2 tiving, 1.000 guleyên BKC û 2 sindoq guleyên BKC, 7 mayin, dûrbînek û 4 telefon hatin desteserkirin.
Duh saet di 22.00’an de di çarçoveya operasyonê de hêzên me herêmên li başûr-rojavayê Cezaa hedef girtin. Heta danê sibê şerê dijwar qewimî û hêzên me derbên giran li terorîstan dan. Hêzên me li vê herêmê gundên Xezaa, Temim, Umeyye, Wail, Texliba biçûk û mezin, Rabîa, Selîmê û sêgoşeya Selîmê ji terorîstan rizgar kirin.
Li vê herêmê 4 keleşnîkof, 2 BKC, 1 roketavêja B7, demançeyek, topeke hawanê, compîterek û gelek cebilxane hatin desteserkirin.
Di roja duyemîn a operasyonê de 18 gund ji destê terorîstan hatin rizgarkirin û 73 kuştiyên terorîstan hatin tesbîtkirin.
2 hevalên me ku bi helwesta xwe tirsek mezin xistin dilê terorîstan, bi qehremanî şer kirin û gihîştin şehadeta şehadetê.
Rêxistina terorê ya DAIŞ’ê derbên giran ku li Qamişlo, Til Hemis û Cezaa xwar hezim nekir û xwest tola xwe ji gelê Til Temir hilîne. Bi vê armancê danê vê sibê terorîstan li dijî gundên Til Temir ên wekî Xebiş, Şemiran, Xerîta û kaşê Nasir êrîşek da dest pê kirin. Piştî ku hêzên me di heman wextî de bersiv dan şerê dijwar li herêmê qewimî.
Li dijî terorîzma DAIŞ’ê hêzên me yên ku li Rabîa, Şengal, Cezaa û Kobanê berxwedanek bi heybet nîşan dan û derbên giran li wan didin, heta ku ev talûkeya ji bo gelê me û şoreşa rojava têk neçe wê operasyonên me bidomin.”