Heyeta Kantona Cizîrê ya ji Hevserokên Kantona Cizîrê Ekrem Huso, Hediye Yusuf û endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) pêk dihat, ji bo hin serdana hatin Mêrdînê û çûn serdana Hevşaredarên Mêrdînê Ahmet Turk û Februniye Aykol Akay.
Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk di hevdîtina li Şaredariyê pêk hat de axivî û da zanîn ku ji ber ku ew cîranê Kantona Cizîrê ne gelek kêfxweş in û got: “Divê Kobanê piştî serketinê bê avakirin. Divê Kobanêya di berxwedanê de hilweşiya bibe muze. Divê xebateke gelekî baş bê meşandin û Kobanê ji nû ve bê avakirin.”
Hevşaredara Kantona Cizîrê Hediye Yusuf jî diyar kir ku gihandina serketina têkoşîna 40 salan a Kurdan ji bo wan rûmetek e û got: “Em ê Şengal û xirbeyên li welatê me çêbûne ji nû ve ava bikin. Em ê vê yekê bi hev re bi ser bixin. Em ê bi serketinê têkoşîna xwe bigihînin encamê.”
Di hevdîtinê de heyetê têkildarî xebat û rewşa Rojava û Kantona Cizîrê agahî dan Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk û Hevserokê Kantona Cizîrê Ekrem Huso got: “Serketina li Rojava serketina hemû Kurdistanê ye. Em ê tev bi hev re bi ser bixin.”