Li Til Hemis serçeteyek hat kuştin

Hat ragihandin ku di operasyona hêzên YPG / YPJ’ê ya li herêma Til Hemis serçeteyekî Tûnisî hat kuştin.

Hat ragihandin ku di operasyona hêzên YPG / YPJ’ê ya li herêma Til Hemis serçeteyekî Tûnisî hat kuştin.

Li gor Ajansa Nûçeyan a ANHA li derdora gundê Qûrtûba yê li başûrêrojavayê herêma Til Hemis, di navbera terorîstên DAIŞ û hêzên YPG’ê de şer derket. Di encama şer de gelek terorîst hatin kuştin, cenazeyên 6 terorîstan di destê hêzên YPG/YPJ’ê de ne.

Hat tespîtkirin ku ji wan yek serçeteyê bi navê Ehmet Bîn Zehîr Ehmed ê Tûnisî ye.

Hat diyarkirin ku di encama operasyona li herêmê 2 gund ji çeteyan hat rizgarkirin û gelek cebilxaneyên çeteyan hatiye desteserkirin.

Li gundê Xesan ji duh ve şer û pevçûnên dijwar hene.