Li Îtalyayê çalakiyên piştevaniya Kobanê dewam dikin

Serketina Kobanê ya li dijî DAIŞ'ê, li Îtalyayê tê pîrozkirin. Li bajarên Empolî û Pontedera yên herêma Toscana, çalakiyên piştevaniyê hatin lidarxistin

Serketina Kobanê ya li dijî DAIŞ'ê, li Îtalyayê tê pîrozkirin. Li bajarên Empolî û Pontedera yên herêma Toscana, çalakiyên piştevaniyê hatin lidarxistin

Di çalakiya li Casa Întîfada ya Empolî de, gelek Îtalyanî amade bûn. Di axaftinên li vê derê de hat destnîşankirin ku her kesên ji bo serketina Kobanê xebitîne, divê ji niha û pê ve ji bo ji nû ve avakirina bajêr bikevin nava tevgerê.

'OCALAN RÊYA NÛ YA ÇARESERIYÊ PÊŞNIYAR DIKE'

Li bajarokê La Rossa ya Pontedera, çalakiya piştevaniya Kobanê hat lidarxixstin. Di civîna li Komeleya Arci de, Dekana Zanîngeha Pîsa Marta Bianca pêşkêşiyek kir. Bianca di pêşkêşiya xwe de diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi paradîgmaya xwe ya civaka nû de sîstemên serdest analîz kiriye û li hemberî vê alternatîfa modernîteya demokratîk weke rêyeke nû pêşniyar kiriye. Bianca da zanîn ku teoriya Konfederalîzma Demokratîk li Rojava şîn bûye, kantonên li wê derê li gorî vê sîstemê bi rêve diçin û destnîşan kir ku nuqteya tevgera bingehîn a rêveçûna Kantonên li Rojava, rêveberiya ji nava gel û azadiya jinê ye.
 
Di aktîvîteyan de rê û rêbazên ji nû ve avakirina Kobanê hatin nîqaşkirin û hat ragihandin ku bi rêya Mezzaluna Rossa Kurdistan Italia Onlus (Heyva Sor) a li Îtalyayê xebateke fermî dimeşîne, dikare bigihêje Kobanê.

Hat ragihandin ku hatineya ji van aktîvîteyên li her du bajaran wê ji Kobanê re bê şandin.