Li Çiyayê Kira bawerî tên cem hev
Li navçeya Qubîn a Êlihê Êzidî, Kurdên Misilman û Ermenî bi hezaran salan e îbadetên xwe li hinek navendên baweriyan ên hevpar pêk tînin.
Li navçeya Qubîn a Êlihê Êzidî, Kurdên Misilman û Ermenî bi hezaran salan e îbadetên xwe li hinek navendên baweriyan ên hevpar pêk tînin.
Li navçeya Qubîn a Êlihê Êzidî, Kurdên Misilman û Ermenî bi hezaran salan e îbadetên xwe li hinek navendên baweriyan hevpar pêk tînin. Dêra Ermenî ya Mor Gorkîs ku li gundê Şîmzê ye cihê îbadeta Kurdên Êzidiye jî. Ziyareta Bavê Kolî ya çiyayê Kira jî wek navenda hevpar a cihê îbadeta Misiliman û Êzidiyan tê qebûlkirin.
LIGEL SERDESTAN HIQÛQA BIRATIYÊ
Her çiqas dem bi dem gel bi lîstikên serdestan bên hemberî hev jî, ol, ziman û çandên cuda yên li Kurdistanê dijîn bi hiqûqa biratiyê ve bi rê ve diçin. Li navçeya Qubîn a Êlihê li qûntarê Çiyayê Kira bi hezaran salan e Êzidî, Kurdên Misilman û Ermenî bi hev re dijîn û navenda baweriyê jî bi hev re bikar tînin. Dêra Ermenî ya Mor Gorkîs ku li gundê Şimzê ye, ji aliyê Kurdên Êzidî û Ermeniyan ve cihê hevpar yê îbadetxaneyê tê qebûlkirin. Ziyareta Bavê Kolî ya li lûtkeyên Çiyayê Kira ye jî ji aliyê Misilman û Êzidiyan ve bi awayekî hevpar tê bikaranîn.
Dêra Mor Gorkîs a li gundê Şimzê ligel ku tenê bermahiyên wê maye jî ji aliyê Kurdên Êzidî yên li gund dijîn ve wek cihê pîroz tê qebûlkirin. Kalê gund Meyan Aran ê 90 salî diyar kir ku her sal li gorî salnameya Rûmî 1’ê Gulanê wek ‘Cejna Înê’ qebûl dikin. Aran got ku der barê dîroka ziyaretê de agahiyên wî tine, lê ew di navbera ziyaretan de newekheviyê nakin.
XWEZÎ ERMENÎ JI VAN XAKAN NEÇÛNA
Aran wiha berdewam kir: “Li gundê me bi sedan salî ye Ermenî û Êzidî bi hev re jiyane. Beriya ez bizewicim hevalên min ên zarokatiyê yên Ermenî hebûn. Min xwe dît nedît ev dêr xerabe bû. Lê ligel ku wisa bû jî ji ber ev cih ji bo me pîroz bû me her sal di 1’ê Gulanê de qurban serjê dikir û me xwarina Xidiri Îlyas yanî Mor Gorkîs dianî û me li kesên ku tevlî cejnê dibûn belav dikir. Me hê jî ti salekê Xidir Îlyas bê cejn nehiştiye. Ji ber ku Xidir Îlyas ji vê dêrê neçûye û me diparêze. Çawa ku em bi hêza Şêx Adî bawer in li vê dêrê jî em bi vê ziyaretê bawer in. Her wiha Ermeniyên li gundê me û derdora gundê me şansê jiyanê nedîtin, lê neviyên wan her sal tên û em li hemberî wan peywira xwe ya biratiyê tînin cih. Em Kurd ji ber ku bi karê Zanaetê re mijûl dibin, piştî Ermenî ji vir derketin şûnde ji bo em kupên avê, dergûş û deriyan bikirin em neçar man biçin Amedê. Xwezî Ermenî ji van xakan neçûna. Roj, av û xak têrî me hemûyan dikir.”
EM Ê HÊ BI HEZARAN SALÎ BI HEV RE BIJÎN
Kenan Kartal yê Êzidî jî diyar kir ku ziyareta Bavê Kolî ya li gundê Şimzê ya mezreya Şahsimê jî cihê îbadetgeha Misilman û Êzidiyan e û ji bo hemû bawerî bi hev re bijîn ti astengî tine û wiha got: “Heta nuqteya ku Çiyayê Kira diqede deşteke ku Ermenî, Êzidî û Misilman bi hev re dijîn. Kurdên Êzidî di 1832 û 1834’an de rastî komkujiyek mezin hatin. Ji aliyê desthilatdariya wê demê ve bi destê eşîrên Kurd ên Misilman ve hat kirin. Piştre jî li dijî Ermeniyan komkujiyek mezin pêk hatiye. Lê yên ku gel berdan hev bi ser neketin. Niha li ziyareta Bavê Kolî her sal li gorî salnameya rûmî di Îna yekem a meha Nîsanê de cejname çêdibe, ev ziyaret cihê pîroz ê Êzidî û Misilmanan e. Îbadeta xwe li vir dikin. Ez bawer im em ê hê bi hezaran salên din jî bi hev re bijîn.
EM BERÊ RÊZDARTIR BÛN
Mehmet Alataş ê 95 salî yê Êzidî jî got ku Ziyareta Zêva Mîran a li gundê Zêvê jî cihê îbadetxaneya hevpar a Êzidî û Misilmanan e û got: “Ziyareta Zêva cot qubeyên wê hene. Îbadetgeha hevpar a Misilman û Êzidiyan e. Em newekheviyê nakin. Her kes li hemberî hev rêzdar e.”