Polîsan êrîşî girseya xwest biçe taziyeya şervanê YPG’ê kir

Li Bêşebabê piştî cenazeyê şervanê YPG'ê Abdullah Durmuş (Mêrxas Kato) ku di rizgarkirina gundê Kobanê de jiyana xwe ji dest dabû, taziye hatibû danîn, polîsan êrîşî welatiyên ku xwestin bi meş diçûn serdana taziyê kir.

Li Bêşebabê piştî cenazeyê şervanê YPG'ê Abdullah Durmuş (Mêrxas Kato) ku di rizgarkirina gundê Kobanê de jiyana xwe ji dest dabû, taziye hatibû danîn, polîsan êrîşî welatiyên ku xwestin bi meş diçûn serdana taziyê kir. Di êrîşê de bûyer derketin û rojnamevan Emîn Bal jî ji hêla polîsan ve hate binçavkirin.

Li Kobanê di dema rizgarkirina gundan de Şervanê YPG'ê Abdullah Durmuş ku jiyana xwe ji dest dabû li navçeya Bêşebabê ya Şirnexê bi girseyî hatibû definkirin. Piştî definkirina cenaze, li navçeyê taziye hatibû danîn. Welatiyan ku xwestin bi meş taziyeyê ziyaret bikin, ji hêla polîsan ve bi wesayîtên zirxî bombeyên gazê û bi ava şid êrîşê hemwelatiyan kir. Li hemberî mudaxeleyan welatiyan jî bi keviran bersiv dan û bûyer derketin. Di bûyeran de, Rojnamevanê navçeyê Emîn Bal ji hêla polîsan ve hate binçavkirin. Hate ragihandin ku Bal ligel qarta xwe ya çapemeniyê nîşanê polîsan jî daye jî dîsa hatiye binçavkirin û dest danîne ser kamera û wênekêşa wî. Bal, li Miduriyeta Polîsan a Navçeyê tê girtin.

Li navçeyê bûyer berdewam dikin.