Nerazîbûnên li hember 'Pakêta Ewlekariya Hundir' zêde dibin
Platforma Kedê û Demokrasiyê ya Êlihê û li Cizîrê bi boneya şermezarkirina "Pakêta Ewlekariya Hundir" daxuyanî dan çapmeniyê û hate gotin ku ev pakêt ji bo pêşerojê xetereyek mezin e.

Platforma Kedê û Demokrasiyê ya Êlihê bi boneya şermezarkirina "Pakêta Ewlekariya Hundir" ku di meclîsê de hat qebûlkirin bi daxuyaniyekê bertek nîşan dan. Daxuyanî bi tevlîbûna gelek kesan li ber Parka Atakurk hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser "Zagona Hundir a êrîşkar ji meclîsê bikişînin, êrîşên faşîzan bila bên astengkirin" hat vekirin. Serokê Şaxa Genel Îş a Êlihê Murat Akin li ser navê komê daxuyanî xwend û diyar kir ku "Pakêta Ewlekariyê" ji bo pêşerojê xetereyeke û xwest hikûmeta AKP'ê vê zagonê demildest ji meclîsê bikşîne. Akin, anî ziman ku ev pakêta hatiye amadekirina wê heremê bixe nava aloziyeke mezin û wek salên berê kuştin û qetlîaman bi xwe re bîne.
Akin, di dawiya axiftina xwe de hikûmeta AKP'ê hişyar kir û got ku ger AKP'ê hesabê "Pakêta Ewlekariya Hundir" baş nekiribe bila baş zanibê ev zagon wê dubendî bixe navbera gelan û bibe sedema şer û pêvçûnên giran.
CIZÎR
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê gelek saziyên sivîl û rêxistinên civakî bi pêşengiya Şaxa Egitim-Sen’ê ya Cizîrê li Kuçeya Hunerê hatin cem hev û standa platforma demokrasiye vekirin. Di platforma hatiye vekirin de hemwelatiyan der barê “Pakêta Ewlekariya Hundir” de nêrinên xwe anîn ziman. Endamê Şaxa Egîtîm Sen Îsmaîl Geçîcî derket ser dika platformê û axaftinek kir. Geçîcî, da zanîn ku pêwîstiya gelan bi pakêtên ewlehiyê nîne û wiha axivi: “Dewlet dixwaze bi hiqûqê civakê dizayn bike. Lê civaka exlakî û politîk wê li ber xwe bide. Civak dikare ewlehiya xwe bigire. Dewlet ewlehiya gelan dixe nava xeteriyê de.”
Welatî bi rêzê derketin ser dika platforma demokrasiyê û nêrînên xwe anîn ziman.
Piştî axaftinan bi govendê çalakî bi dawî bû.