MLKP Rojava: Çeka wî wê di destê Elîşêrên nû de bilind bibe

MLKP Rojava der barê Şervanên Komunîst Emre Aslan (Elîşer Dêrsim) de daxuyaniyek da û got: “Hevalê me Elîşêr ji bo Kobanê li ser banga me ya bila komunîst di eniya pêş de cih bigirin de di eniya herî pêş de bersiv da.”

MLKP’ê Rojava der barê Şervanên Komunîst Emre Aslan (Elîşer Dêrsim) de daxuyaniyek da û got: “Hevalê me Elîşêr ji bo Kobanê  li ser banga me ya bila komunîst di eniya pêş de  cih bigirin, di eniya herî pêş de bersiv da. Çeka wî ya ku li dijî çeteyên faşîzan bêdeng nema, wê di destê Elîşêr û Emreyên din de bilind bibe. Xewnên wan wê bigihêjin serketinê. Em ê bi canê xwe soza xwe bigirin.”

Partiya Komunîst Lenînîst  Marksîst (MLKP) Rojava, diyar kir ku şervanên komunîst Emre Aslan (Elîşêr Dêrsim) îro di saetên sibê de li eniya başûrê Kobanê li gundê Cedê di pevçûneke bi çeteyên DAIŞ’ê re jiyana xwe ji dest daye.

MLKP’ê ji hemû gelan û malbata Aslan re sersaxî xwest û daxuyaniyek bi sernavê: “Di şerê rûmet û azadiyê ya Kobanê de komunîstekê din jî şehîd ket.  Emre Aslan (Alîşêr Dêrsim) nemire” weşand.

MLKP Rojava di daxuyaniya xwe de got: “Hevalê me Elîşêr Dêrsim îro (24'ê Sibatê) di saetên sibê de li gundê Cedê ya eniya başûrê Kobanê de di pevçûneke bi çeteyên DAIŞ’ê re şehîd ketiye. Em ji malbat û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Di rojên destpêka êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê de hevalê Elîşêr sînor derbas kir û hat eniya berxwedanê. Li hemû qadên ku ma şervanekî layîqî partiya me bû. Ala me ya sor hilda.”

Der barê têkoşîna Emre Aslan de jî wiha hat gotin: “Hevalê Elîşêr di 1’ê Sibata 1992’yan de li Edenê ji dayik bû. Bi eslê xwe ji Mazgîrt a Mûşê ye. Li Edeneyê di dibistana lîseyê de xwe rêxistin kir. Di salên zanîngehê de li eniya pêş a ciwanên komunîst de têkoşîn bilind kir. Li Zanîngeha Mustafa Kemal a Hatayê tevlî ciwanên komunîst bû û nûner.  Li Antakyayê di têkoşîna dij faşîst de di eniya pêş de cih girt û di xebatên mîlîsan ên partiya me de cih girt. Di Komîteya Yasemîn Çiftçî de wek mîlîs cih girt. Di protestoyên IMF ên Stenbolê de aktîf cih gir. Li vir ji aliyê polîsan ve hat birîndarkirin. Demekê li Stenbolê wek karker xebitî. Di vê demê de jî doza xwe berdewam kir. Di berxwedana Geziyê de cih girt. Li Edeneyê di yek ji pêşengên berxwedana li Kolanan bû. Di operasyonê ku li dijî partiya me pêk hat de hat girtin û li girtîgeha Kurkçulerê ma.”

MLKP Rojava diyar kir ku piştî DAIŞ’ê êrîşê Kobanê kir şûnde Elîşêr derbasî Kobanê bûye û got: “Li ser banga me ya ji bo Kobanê komunîst li eniya herî peş li eniyên şer! Bû bersiv û di 24’ê Îlonê de li eniya şer a Kobanê cih girt. Li Eniyên Rojava, Rojhilat û Başûr doçkavan bû.  Hevalên me ji bo bi qada hewayî de xwe pêş bixe perwerde digirt, bi van çekan jî karên serketî kir. Piştî azadkirina Kobanê di çalakiyên rizgarkirina gundan de jî aktîf cih girt. 

Di  perwerdeyên li biryargeha me dihat meşandin de xwendekarekî gelek baş bû û wek mamoste jî cih girt. Di mewziyan de hêvî û xewnên xwe mezin kir. Bi van hestan helbest nivîsî, hêviyên xwe zêde kir.

Hevalê Elîşêr ji bo azadkirina Kobanê, parastina şoreşa Rojava ala partiya me hilda û bi YPG û YPJ’ê re bi mil bi mil têkoşîn meşand. Ew di vê şoreşê de guherî, pêşket û pêş xist. 

Gelê me yê welatparêz, karker, kedkar û ciwan…

Hevalê Elîşêr wê ji Kobanê li ser milê gel û hevalên wî bê oxirkirin.  Divê wek hêjayî xwe bê pêşwazîkirin. Hevalê Elîşêr Dêrsim wê yek ji şehîdên nemîr ê şerê me yê bi rûmet û azadiyê di têkoşîna gelê me de bijî. Çeka wî ya li dijî çeteyên faşîst wê di destê Elîşêr û Emreyan de bilind bibe.

Em ê hesabê Elîşêr Dêrsim û şehîdên nemir bipirsin. Em ê bîranînên wan di erdnîgariya şoreşê de bidin jiyîn. Elîşêr Dêrsim û şehîdên nemir rêya me ronî dikin.”