Baregeha DAIŞ'ê hat hilweşandin
Operasyona li başûrê Til Hemîsê li dijî çeteyên DAIŞ'ê destpê kir, bi azadkirina gelek gund û herêmeke berfireh re dewam dike.
Operasyona li başûrê Til Hemîsê li dijî çeteyên DAIŞ'ê destpê kir, bi azadkirina gelek gund û herêmeke berfireh re dewam dike.
Operasyona li başûrê Til Hemîsê li dijî çeteyên DAIŞ'ê destpê kir, bi azadkirina gelek gund û herêmeke berfireh re dewam dike. Şervanên YPG/YPJ'ê yên tevlî operasyona di 22'ê Sibatê de hat destpêkirin bûn destnîşan kirin, ku heta rizgariya tevahiya xaka Kurdistanê ji bin dagirkeriyê, operasyon wê dewam bike.
Operasyona bi armanca beralîkirina gefa terorîstan a li ser Kantona Cizîrê li başûrê Qamişlo destpê kir, di roja çaremîn de ye. Hêzên YPG/YPJ'ê di çarçoveya operasyonê de ji gelek baskan ve bi pêş ve diçin. Yek ji baskê girîng ê operasyonê, li başûrê Til Hemîsê bû, ku ev der ji aliyê terorîstên DAIŞ'ê ve weke baregeh dihat bikaranîn. Li başûrê Til Hemîsê gundên Xessan, Xwêtla El Cewala, Topiz, Um El Diwêl, Til Tahin, Qurtuba, Hums, Zehra, Zehrân, Yesrib, Beggaa ya Yekemîn û Duyemîn, Ebu Xezrafa, santrala Um Diwel û xaçerêya Xessanê hatin azadkirin. Şervanên YPG/YPJ'ê yên tevlî operasyona azadkirina gundên Xessan û Zehra û xaçerêya Xessan bûn, ji ajansa me re operasyon vegotin.
Şervanê YPG'ê Aso Kelaşîn da xuyakirin ku gundê Xessan li ser sînorê Başûrê Kurdistanê ye û xwedî girîngiyeke stratejîk e û anî ziman ku wan di operasyona li gund de gelek cebilxane bi dest xistine. Kelaşîn ê YPG'yî operasyon bi vî rengî vegot: "Di encama operasyona me de, gundê Xessan ê li ser sînorê Başûrê Kurdistanê ye, danê vê sibehê ji çeteyên DAIŞ'ê hat rizgarkirin û azadkirin. Li vî gundî gelek cenaze ketin destê me. Li gel vê yekê doçkayên 14.5 û 12.5'an jî di nav de gelek cebilxaneyên terorîstên DAIŞ'ê ketin destê me."
'HETA KU LI KURDISTANÊ ÇETEYEKÎ BI TENÊ NEMÎNE, TÊKOŞÎNA ME WÊ DEWAM BIKE'
Şervanê YPG'ê Aso Kelaşîn ragihand ku şervanên YPG û YPJ'ê berxwedaneke lehengî nîşan dan û got, "Di encama berxwedana lehengî de me ev gund rizgar kir. Weke YPG, çawa ku me heta niha li dijî çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe dan, em ê ji niha û pê ve jî li ber xwe bidin."
Kelaşîn diyar kir ku heta çeteyekî bi tenê li ser xaka Kurdistanê nemîne ew ê têkoşîna xwe dewam bikin û got, "Heta ku li ser xaka Kurdistanê çeteyekî bi tenê yê DAIŞ'ê nemîne em ê vê têkoşîna xwe dewam bikin, şer bikin û çeteyan ji ser xaka xwe derxînin. Ev soza me li tevahiya gelê Kurdistanê ye. Divê gelê me jî têkoşîna li hemberî çeteyan bê navber dewam bike."
Şervana YPJ'ê Nûjiyan Botan jî da xuyakirin ku di dema operasyona wan de li gund û xaçerêya Xessanê bi dehan çeteyên DAIŞ'ê hebûn û bi vî rengî behsa operasyona Xessanê kir: "Ez şervaneke YPJ'ê me. Dema me li hemberî vî gundê me îro rizgar kir operasyon pêk anîn, bi dehan terorîstên DAIŞ'ê hebûn. Me bi taktîkên cuda yên şer, ev gund ji çeteyan paqij kir. Hevalên me li vî gundî bi lehengî li ber xwe dan, şer kirin."
'ŞOREŞA ROJAVA ŞOREŞA MIROVAHIYÊ YE'
Şervana YPJ'ê Botan, ji bo parastina xaka Kurdistanê bang li tevahiya ciwanên Kurd kir ku tevlî refên YPG/YPJ'ê bibin û got, "Bi rêya we ez dixwazim bang li keç û xortên Kurd bikim. Bila her kes bê û tevlî refên YPG/YPJ'ê bibin. Em îro li vê derê hem xaka Kurdistanê diparêzin hem jî li dijî terorîstan û mirovkujên DAIŞ'ê yên hov, têkoşîna mirovahiyê dimeşînin. Şoreşa Rojava şoreşa mirovahiyê ye. Ji bo pêşî li êrîşeke gengaz a li hemberî Kantona Cizîrê bigirin me dest bi pêngaveke bi vî rengî kirin. Pêwîste hemû ciwan, di vê doza mirovahiyê de me bi tenê nehêlin, cihê xwe di nava refên YPG/YPJ'ê de bigirin û tevlî vê pêngavê bibin. Em jî weke YPG/YPJ heta dilopa dawî ya xwîna xwe, em soz didin ku em ê gelê xwe biparêzin."
DEST LI BARGEHA DAIŞ'Ê HAT WERDAN
Şervana YPJ'ê Sosin Diyar jî diyar kir ku ji bo gefên li ser Kantona Cizîrê ji holê rakin wan dest bi operasyonê kirine û anî ziman ku gundê Xessan û gundên li başûrê Til Hemîsê hatine rizgarkirin gavek vê operasyonê ye. Diyar destnîşan kir ku heta çeteyên DAIŞ'ê ji xaka Rojava werin derxistin, ev operasyon wê dewam bike.
Şervana YPJ'ê Diyar axaftina xwe wiha dewam kir: "Em di roja 3. a operasyonê de ne. Ji bo pêşî li êrîşên li hemberî Kantona Cizîrê bigirin me dest bi operasyonê kirin. Rizgarkirina gundê Xessan û gundên li başûrê Til Hemîsê bi tenê rawestgehek in. Gundê Xessan ê li ser sînroê Başûrê Kurdistanê gundekî ku çeteyan ji xwe re weke baregeh bikar dianî bû. Ji go çeteyên DAIŞ'ê xwedî girîngiyeke stratejîk bû. Lê belê têkoşîna me bi ser ket. Me ev gund ji çeteyan paqij kirin. Heta ku çeteyên DAIŞ'ê ji Rojavayê Kurdistanê bi temamî were derxistin, ev operasyonên me wê dewam bikin."