Nuqteya xelasbûna DAIŞ'ê; Til Hemîs

Serketina berxwedana Kobanê bû nuqteya destpêkê ya xelasbûna DAIŞ'ê. Ev yek wê bi herêma Kobanê re bi sînor nemîne.

Serketina berxwedana Kobanê bû nuqteya destpêkê ya xelasbûna DAIŞ'ê. Ev yek wê bi herêma Kobanê re bi sînor nemîne.

Li herêmê, li ku krîz û neçareserî hebe, DAIŞ weke faktorê kûrkirina neçareseriyê dikeve dewrê. Ev yek jî nîşan dide ku DAIŞ weke hêza 'şikandina hestî' tê bikaranîn. Ji xwe êrîşkirina Kobanê jî vê yekê bi zelalî radixe pêş çavan. Ji bo rêxistineke weke DAIŞ'ê Kobanê ne erdnîgariyeke zêde watedar e. Ji xwe dema mirov li xetên pêşveçûna DAIŞ'ê dinêrin, tê dîtin ku petrol û çavkaniyên avê esas digire. Qada serdestiya DAIŞ'ê hem li Iraqê hem jî li Sûriyeyê li ser van xetane. Tevî ku Kobanê dûrî van xetane jî hedef hat girtin. Ev yek jî nîşan dide ku DAIŞ derveyî stratejiya xwe ya giştî dikare berê xwe bide hin hedefan.

Girîng e ku di vir de ev xal were destnîşan kirin; Her çend rêxistinbûyîneke navendî di navbera DAIŞ'iyên li Sûriye û Iraqê de heye jî, li qada herêmî dikevin nava helwestên cuda. Lewma mirov dikare behsa du rêxistinbûyînên cuda yên DAIŞ a Sûriye û DAIŞ a Iraqê bikin.

DAIŞ A LI SÛRIYEYÊ

Taybetmendiya DAIŞ a Iraqê, hedefgirtina herêmên Şîa û Başûrê Kurdistanê ya ji ber bicihnehatina hin peyman ne. DAIŞ a li Sûriyeyê jî her çend carna bi rejîmê re pev diçe jî mirov dikare bêje ku di navbera wan de lihevkirineke qismî heye. Li navenda pevçûnên navbera DAIŞ û rejîma Sûriyeyê de, danûstandina çekan heye. Cihê ku DAIŞ'ê êrîşî rejîma Sûriyeyê kir, hemû depoyên çekan bûn. Tepqa, Ayn Îsa, Melebiye çend ji van navendan e.

Wargehên ku DAIŞ'ê niha ji xwe re kiriye navend ya ji Artêşa Azad jî ji Cephet El Nûsra girtine. Ev cih jî bi giranî Reqa, Mimbic, Cerablûs, Bab, Til Hemîs, Hol, Şedad û Til Ebyad in. DAIŞ a Sûriyeyê ku xwe ji rejîmê vedigire û bi giranî cografya Rojava, Girê Spî, Kaniya Dila (Cerablûs), Minbic, Bab û Til Hemîs dagir kiriye, nîşan dide ku armanca bingehîn a vê rêxistinbûyînê Rojava ye.

NAVBERA QAMIŞLO Û HESEKÊ

DAIŞ a ku li Kobanê têkçûneke mezin jiya, ev demeke dirêj e li başûrrojhilatê Qamişlo, li bakurrojhilatê Hesekê Til Hemîs, Til Berek, Çiyayê Kizwan (Çiyayê Ebdulezîz), Til Temir û Holê bicih bûye û çalakiyên xwe yên terorê ji vir dewam dike. DAIŞ a ji rojavayê Serêkaniyê heta başûrrojhilatê Qamişlo herêma Cizîrê dorpêç kiriye, carna mirovên sivîl direvîne, bi zorê pereyan distînin, bi wesayîtên bombebarkirî li hemberî navendên weke Hesekê, Qamişlo û Tirbespiyê êrîşan pêk tîne.

DAXWAZ JI GELÊ HERÊMÊ HAT

Ev sê roj in li başûrrojhilatê Qamişlo hêzên YPG'ê li dijî terorîstên DAIŞ'ê dest bi operasyoneke cidî kirine. Li gorî daxuyaniyên hatin kirin û agahiyên me ji gelê herêmê wergirt, daxwaza vê operasyonê ji gelê herêmê yê nema dikare terora DAIŞ'ê rake, hatiye.

GEFA LI SER KORÎDORÊ

Ev herêm di heman demê de herêma korîdora hêzên YPG'ê di dema trajediya Şengalê de vekiriye. YPG'ê di wê demê de bi hezaran Kurdên Êzidî ji vê korîdorê rizgar kiribû. Ev korîdora însanî piştre ji ber êrîşan hatibû girtin û bi deh hezaran sivîlên li Çiyayê Şengalê asê mabûn, bi rîska birçîbûnê re rû bi rû mabû. Herî dawî ev korîdor careke din hatibû vekirin, lê belê xeteriya li ser hînê neqediya ye.

Sedemên ku YPG'ê biryar da li vê qadê operasyonê bike û qadê ji terorê paqij bike bi vî rengî bû:

* Zilma DAIŞ'ê ya li gel,

* Gefa li ser korîdora navbera Şengal û Rojava,

* Êrîşên DAIŞ'ê yên ji herêmên dagir kiriye li hemberî navendên weke Hesekê û Qamişlo.

Ji ber vê yekê, paqijkirina vê herêma ku 4 sal in di destê terorîstan de ye, wê dil û jiyana gel rehet bike.

ÇIYAYÊ KIZWAN

Êrîşên terorîstên DAIŞ'ê yên li hemberî herêma Hesekê bi tenê bi vê herêmê re bi sînor nîne. Terorîstên DAIŞ'ê yên Çiyayê Kizwanê ji xwe re kirine navendeke girîng e, duh (pêr) ji vê herêmê êrîşî gundên Asûrî û Ereban ên li başûrê Til Temirê kirin. Li vê derê gelek sivîl revandin û qetil kirin.

Li herêma di navbera Hesekê - Til Temir, Til Temir - Serêkaniyê ev demeke dirêj e DAIŞ êrîşan pêk tîne. Operasyonên YPG'ê yên li hemberî vê jî li herêmê bê navber dewam dikin. Diyar e carna bisekine jî wê li herêmê pevçûn demeke dirêj dewam bike.

NUQTEYA DESTPÊKÊ; TIL HEMÎS

YPG'ê par, ji bo gefa êrîşê ya ji herêma Til Hemîs a li başûrrojhilatê Qamişloyê beralî bike, dest bi operasyoneke cidî kiribû. Di vê operasyonê de zêdehî 50 şervanên YPG/YPJ'ê şehîd ketibûn. YPG'ê dabû xuyakirin ku armanca operasyonê qelskirina DAIŞ'ê li vê herêmê bû û gihaştiye armanca xwe. Xûsûseke girîng jî ew bû, ku beşeke girîng a cenazeyê şervanan li Til Hemîsê mabû. Ev operasyona dawî ya Til Hemîsê di heman demê de ji bo YPG û gelê Rojava xwedî aliyekî manewî ye.

YPG'ê di demeke kurt de gelek gund ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kir û xwe nêzî navenda Til Hemîsê kir. Ev yek jî nîşan dide ku piştî Kobanê DAIŞ wê li vir jî derbeke cidî bixwe.

OPERASYON BI SÎNOR E?

Lewma bi sînormayîna operasyonê wê gefa DAIŞ'ê ya li herêmê bi temamî ji holê raneke. Bajarokê Hol ê di navbera Hesekê û Şengalê ku xwedî çavkaniyên dewlemend ên gaz û petrolê ye, heta ku di destê DAIŞ'ê de be wê gefa wê dewam bike.

Yekane nuqteya têkiliya DAIŞ'ê ya bi cîhana derve re li ser Girê Spî û Kaniya Dila ye. Her du jî xaka Rojava ye û ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin. Ji bo cih li herêmê li DAIŞ'ê teng bibe, girîng e ji van herêmên dagir kiriye bê derxistin. Ji ber vê yekê Girê Spî (Til Ebyad) nuqteyeke stratejîk e.

BI BAASÊ RE LI HEV KIRIYE

Nizanim ku DAIŞ li herêma Cizîrê li ser navê kê şer dike, lê belê tê zanîn ku bi rejîma Baasê ya Sûriyeyê re xwedî lihevkirineke cidî ye. Beralîkirina DAIŞ'ê ji vê herêmê diyare wê herî zêde tehdê bide rejîma Sûriyeyê. Ji ber ku gefa li ser Rojava kêm bibe, wê rejîma Sûriyeyê di dewamkirina hebûna xwe ya niha de zehmetiyan bikşîne.