Rejîma Îranê li Kolnê hat protestokirin

Rejîma Îranê li bajarê Elmanya Kolnê hat protestokirin. Bi vê armancê li ber Dêra Domê ya dîrokî, mîtîngeke protestoyî hat lidarxistin.

Rejîma Îranê li bajarê Elmanya Kolnê hat protestokirin. Bi vê armancê li ber Dêra Domê ya dîrokî, mîtîngeke protestoyî hat lidarxistin. Di mîtînga saet di 17:00 de bi qasî 200 kes amade bûn.

Rojhilatiyên beşdarî mîtîngê bûn, bi hilgirtina dowîzên ji zimanê Farsî rejîma Îranê protesto kirin. Çalakgeran li sêdara sembolîk a li Meydana Domê wêneyên Saman nesîm, Elî û Hebîbûllah Efşarî vekirin.

Di çalakiyê de Kurdistaniyan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KJK, Ciwanên Azad, PYD û PJAK'ê hilgirtin û dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Bijî Serok Apo" qîriyan.

Paşê bi zimanê Elmanî belavok hat xwendin. Di belavokê de hat ragihandin ku zexta siyasî û darvekirina Kurdan li Îranê nayê qebûlkirin û bang li Kurdistaniyên li çar parçeyên Kurdistanê hat kirin ku li dijî vê rewşê dengê xwe bilind bikin. Di axaftinan de hat gotin, "Di 19'ê Sibata 2015'an de Saman Nesîm, Elî û Hebîbûllah Efşarî bi îdîaya 'Dijminatiya li Xwedê', 'Bê exlaqî' û 'endametiay PJAK'ê' hatin îdamkirin û li dijî Kurdan pêleke nû ya îdam û zexta siyasî hatiye destpêkirin.

Tevî hemû bangên navneteweyî rejîma faşîst a Îranê, girtiyên siyasî yên Kurd bi darve kir. Ev yek nîşan dide ku rejîma Îranê wê ji niha û pê ve bi çi rengî nêzî Kurdan bibe."

Çalakgeran rejîma Îranê şermezar kir û banga hişyariyê li raya giştî kirin. Mîtîng bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.