Gezer ê HPG'yî hat veşartin

Gerîlayê HPG'ê Eser Gezer (Armanc Botan) ê li Şengalê jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke girseyî ber bi rêwîtiya bê dawî ve hat oxirkirin.

Gerîlayê HPG'ê Eser Gezer (Armanc Botan) ê li Şengalê jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke girseyî ber bi rêwîtiya bê dawî ve hat oxirkirin.

Li dû otopsiya li Amedê, malbata Gezer cenazeyê kurê xwe gerîlayê HPG'ê Eser Gezer (Armanc Botan) ê di şerê li Şengalê de jiyana xwe ji dest da anî navçeya Agirî Patnosê. Cenaze li navçeyê bi konvoyeke ji sedan wesayîtî ve hat pêşwazîkirin û ji vir birin gundê Melabrahîma. Balkêş bû ku hejmareke zêde maşînên zirxî û tîmên taybet li ser rêya gund bicih bûbûn. Cenaze li gund bi dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana HPG'ê" hat pêşwazîkirin û li mizgefa gund wecîbeyên olî bicih hat anîn. Girseya gel cenaze hilgirt ser milan û anîn goristanê. Cenaze bi dûayan hat veşartin û li ber sirûda "Çerxa Şoreşê" deqeyek rêz hat girtin.

Nûnerê MEYADER'ê Cenap Îlboga di axaftinax we ya li merasîmê de got, "Li pêşberî Birêz Ocalan û şehîdan bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Li dû her şehîdekî xwe em dibêjin bila ev bibe ya dawî, lê dijmin ji xwînê têr nabe. Çeteya bi navê DAIŞ'ê hînê heye. Hikûmeta AKP'ê bi gotina 'Kobanê li ber ketinê ye' Kurd biçûk didît. Lê belê em niha dibînin ku ji bo Tirba Silêman Şah ji Tevgera Azadiyê ya Kurd, yanî ji YPG û rêveberiya Kantonê destûrê distîne û bi alîkariya wan gora xwe derbasî cihekî din dike. Mîsyona Kurdan a li Rojhilata Navîn êdî ji aliyê her kesî ve hat dîtin. Ev yek jî bi saya şehîdên me yên leheng pêk hatiye."

Kekê Gezer Ertûgrûl Gezer jî got, "Bi rêzdarî Serok Apo silav dikim. Birayê min li Şengalê şehîd ket. Di serî de serê Serok Apo, serê gerîla û tevahiya gelê Kurd ê li çar parçeyên Kurdistanê sax be. Birayê min şehîdê tevahiya Kurdistanê ye. Em weke malbatê diyar dikin, ku em ê di şopa wî de têkoşîna xwe dewam bikin."

Piştî merasîmê, girseya gel li gund konê serxweşiyê ziyaret kir.