Hûnko: Dewleta kûr a Elman di qedexeya li ser PKK'ê de israr dike

Beriya rûniştina li ser qedexeya li hemberî PKK'ê, parlamenterê Elman Andrej Hûnko ji ANF'ê re axivî û got, "Wekîlên hemû partiyan dixwazin qedexe rabe, lê belê hêza ewlekariyê ya dewletê, bi navê xwe yê din dewleta kûr, di qedexeyê de israr dike."

Beriya rûniştina sibehê ya der heqê qedexeya li ser PKK'ê de, parlamenterê Elman Andrej Hûnko ji ANF'ê re axivî û got, "Wekîlên hemû partiyan dixwazin qedexe rabe, lê belê hêza ewlekariyê ya dewletê, bi navê xwe yê din dewleta kûr, di qedexeyê de israr dike."

Qedexeya li ser PKK'ê, ku di 26'ê Mijdara 1993'an de ji aliyê hikûmeta bi serokwezîrtiya Helmût Kohl ve hat destnîşankirin, piştî 22 salan bû yek ji xalên girîng ên rojeva li welêt. Bi têkoşîna bi bandor a gerîlayên PKK'ê û şervanên YPG/YPJ'ê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê re, li Elmanyayê gelek hêz û derdor qedexeya li ser PKK'ê êdî bêwate dibînin.

Lê belê, ji ber israra "Wê qedexeya li ser PKK'ê dewam bike, faktorên qedexeyê rake nîne" ya hikûmeta ji Demokratên Xiristiyan-Demokratên Sosyal a bi Serokwezîrtiya Merkel, Partiya Çep mijar xist rojeva Meclîsa Federal. Meclîsa Federal wê sibehê bi vê mijarê bicive.

Di rûniştina sibehê êvarê saet di 19:00 de Partiya Çep wê bi 7 xalan re bixwaze qedexe bê rakirin, dawî li lêpirsîn-cezakirina siyasetmedarên Kurd were anîn û ji bo Berlîn di çareseriya pirsgirêka Kurd de rolê bilîze ji Meclîsa Federal bixwaze ku zextê li hikûmetê bike. Parlamenterê Partiya Çep Andrej Hûnko detayên pêşniyarnameyê ji ANF'ê re vegot.

'JI HEMÛ PARTIYAN WÊ DESTEKÊ BIBÎNE'

Hûnko diyar kir, ku hatina Meclîsa Federal a daxwaza ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê erênî ye û anî ziman ku wan pêşniyarnameya ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê bi awayekî sade û were fêmkirin, amade kirine. Hûnko axaftina xwe wiha dewam kir:

"Wekîlên ji hemû partiyan dikarin bi hêsanî destekê bidin pêşniyarnameyê. Ji ber ku di pêşniyarnameyê de em neketin nava polemîka paşerojê, yanî neketin nava nîqaşa ev biyara çima/çawa hatiye girtin. Em nakevin nava nîqaşa; ev biryara hatiye wergirtin mafdar e yan na. Em destnîşan dikin ku di asta heyî de, di konjonktura nû de ev qedexe bê wate ye."

Hûnko ragihand ku armanca wan ne tenê rakirina qedexeya li Elmanya ye û diyar kir ku armanceke din a wan ew e ku hikûmeta federal, ji PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' a Yekîtiya Ewropayê bê derxistin, rolê bilîze. Hûnko ku di heman demê de endamê Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) ye got, "Lîsteya rêxistinên terorîst a YE her 6 mehan carekê tê dirêjkirin. Em dixwazin ku Elmanya di civîna YE ya di rêzê de ji bo PKK'ê dengê 'na' bikar bîne."

'HÊZÊN SIYASÎ Û EWLEKARIYÊ JI HEV CUDA DIFIKIRIN'

Parlamenterê Elman Hûnko da zanîn ku piraniya siyasetmedarên Ewropî di wê baweriyê de ne ku divê PKK ji lîsteyê bê derxistin û got, "Heman tiştî mirov dikarin ji bo Elmanya jî bêjin. Ne tenê wekîlên partiya me, wekîlên Partiya Keskan, wekîlên endamên hikûmetê demokratên sosyal, demokratên Xiristiyan jî dixwazin qedexe bê rakirin. Vê yekê di hevdîtinên rû bi rû de ji me re dibêjin."

Hûnko da xuyakirin ku berevajî siyasetê, yekîneyên ewlekariyê yên dewletê polîtîkayên xwe yên li hemberî PKK'ê bi ti awayî neguhertine û wiha axivî: "Ev yekîneyên ewlekariyê mîna beriya 5 salan an jî beriya 10 salan li rewşê dinêre. Pozîsyonên xwe yên li dijî tevgera Kurd qet naguherînin. Eger hûn bipirsin ku kî ne ev yekîne; ev Wezareta Karên Hundir, hêza polîs û îstîxbaratê ye. Em dikarin van yekîneyan bişibînin rêxistinbûyînên dewleta kûr a li Tirkiyeyê."

Hûnko bibîr xist ku bi taybetî li siyaseta Ewropayê di nava du salên dawî de nêrîna li tevgera Kurd gelekî guherî ye û bal kişand ser van xalan: "Di dema hilbijartinên serokkomariyê yên li Tirkiyeyê de, siyasetmedarên Ewropî bi awayekî gelekî erênî li namzetiya Demîrtaş pêşwazî kirin û niha jî difikirin ku HDP wê bi rastî jî bibe mîmarê demokrasiyê. Ev pêvajoya erênî bi pêvajoya li Şengal û Kobanê re dewam kir."

DI PÊŞNIYARNAMEYA PARTIYA ÇEP DE ÇI YE?

Partiya Çep, bi daxwaza "Bila qedexeya li ser PKK'ê were rakirin" wê sibehê pêşniyarnameya xwe pêşkêşî Meclîsa Federal bike. Pêşniyarname bi kurtasî ji van xûsûsan pêk tê:

"PKK, di encama zext û qedexeyên Tirkiyeyê yên li hemberî Kurdan de derket holê. Îro Tevgera Azadiyê ya Kurd bi rêveberiyên herêmî re ji bo jiyanê têdikoşe. Tevgera Azadiyê ya Kurd a ji bo parastina mafên jin û hindikahiyan dixebite, veguheriye hêza motorê ya demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn. Dewleta Tirk jî bi PKK'ê re ji bo pêvajoya aştiyê muzakereyê dike. Rabûna qedexeya li ser PKK'ê wê were zextek li Enqereyê, ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê reformên rasteqîn bicih bîne."

Her wiha Partiya Çep bi 6 xalan wê ji Meclîsa Federal bixwaze ku zextê li hikûmetê bike. Ev xal jî bi kurtasî bi vî rengî ne: "Organîzasyonên bi qedexekirina PKK'ê ya sala 1993'an re hatin qedexekirin serbest bibin, li dû ragihandina PKK'ê weke rêxistineke terorîst Wezareta Edaletê gelek lêpirsîn da destpêkirin, girîng e ev lêpirsîn bi dawî bibin, derxistina PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorîst, di mijara pêvajoya çareserî û aştiyê de cesaretdayîna hikûmeta Tirk."

ANDREJ HÛNKO JÎ MEXDÛRÊ QEDEXEYÊ YE!

Yek ji 10 parlamenterê Partiya Çep ên di Mijdara bihurî de ji ber li Meclîsa Federal ala PKK'ê vekirin dozgeriya Berlînê der heqê wan de biryara lêpirsînê da, Andrej Hûnko ye. Lêpirsîna bi hinceta qedexeya li ser PKK'ê li Hûnko hat vekirin, ji meha Çileyê û vir ve dewam dike.

Andrej Hûnko her wiha ji bo destekê bide hevala xwe ya parlamenter Nîcole Gohlke ya ji ber ala PKK'ê di xwepêşandana ji bo destekkirina YPG'ê de vekiribû mafê destlênedanê hatibû rakirin, di meha Cotmehê de li Kolên di xwepêşandanekê de ala PKK'ê vekiribû. Hûnko wêneyê xwe yê li xwepêşandanê bi rêya medya sosyal weşandibû û xwe îxbar kiribû.