Li Pirsûsê 5 hezar zarokên Kobanê perwerdeyê dibînin
Endamê Komîsyona Perwerdeyê ya Kobanê Enwer Omer diyar kir ku li Pirsûsê li 6 konbajaran dibistanên Kurdî hatine vekirin û zarokên Kobanê perwerdeya xwe didomînin.
Endamê Komîsyona Perwerdeyê ya Kobanê Enwer Omer diyar kir ku li Pirsûsê li 6 konbajaran dibistanên Kurdî hatine vekirin û zarokên Kobanê perwerdeya xwe didomînin.
Endamê Komîsyona Perwerdeyê ya Kobanê Enwer Omer diyar kir ku li Pirsûsê li 6 konbajaran dibistanên Kurdî hatine vekirin û zarokên Kobanê perwerdeya xwe didomînin, li Kobanê jî dest bi perwerdeyê kirine, li Bakur 5 hezar û 500 zarok perwerdeyê dibînin.
Ji aliyê Şaredariya Pirsûsê ve li konbajaran dibistanên seretayî yên Kurdî hatin vekirin û piştî betlana nîv salê jinûve dest bi dersan hat kirin. Perwerdeya bi pêşengiya Komîsyona Perwerdeya Kobanê didome, ziman nîşanî zarokan didin, wan ji psîkolojiya şer diparêze. Pervîn Hemo ya 21 salî ku li Konbajarê Şehîd Gelhat li Dibistana Ferzad Kemanger perwerdeyê dide û endamê Komîsyona Perwerdeyê Enwer Omer ê 28 salî der barê perwerdeyê de ji ajansa me re axivîn. Omer got ku ew hewl didin zarokan ji psîkolojiya şer biparêzin û li ser girîngiya perwerdeyê sekinî.
ZAROK DERDORA XWE XÊZ DIKIN
Pervîn Hemo da zanîn ku serdema yekem ji bo zarokan serketî derbas bûye û got: “Me destpêkê di şert û mercên xerab de perwerde da. Lê niha perwerdehiya me rûnişt. Li Kobanê zarok li dibistanên xwe dixwînin. Me nexwest zarok li vir ji perwerdehiya xwe bimîne. Me li vir niha dest bi serdema duyemîn kir. Zarokên me gelek bi kelecanin. Dersên matematîk, jiyana derdorê, xwendin û nivîsandin heye. Bandora psîkolojiya şer li ser zarokan heye. Em bi terza ku ew çawa ji şer fêm dikin ji wan re vedibêjin. Bi vî awayî em ji wê psîkolojiyê diparêzin. Li lênûskên xwe kolanan, hevalên xwe, pêlîstokan xêz dikin. Armanca me ev e ku em wan ji nû ve vegerînin zarokatiya wan.
PERWERDE WÊ BIDOME
Enver Omer jî diyar kir ku bi xebatên perwerdeya li konbajaran di heman demê de li Kobanê jî dest bi xebatan kirine û got: “Ji meha 10'an heta niha li hemû konbajaran ders tê dayîn. Armanca yekem mafê xwendina zarokan parastin e. Di heman demê de armanc ev e ku zarokan vegerînin jiyana wan a normal. Me bi rewşa awarte re hinek zehmetî kişandin. Her çiqas zehmetî hebin jî me soz da ku em perwerdeyê didomînin. Di heman demê em amadekariya vegera Kobanê dikin.
LI BAKUR 5 HEZAR Û 500 XWENDEKAR
Omer anî ziman ku li Kobanê perwerde didome û got: “Li Kobanê niha 7 hevalên me yên mamoste di perwerdeyê de cih digirin. Li Kobanê zarok perwerdeyê dibînin. Niha li dibistanên Bakur 5 hezar û 500 xwendekarên me hene."