Dora ji bo gelê Asûrî-Suryanî bang kir

Parlamenterê HDP'ê Dora bal kişand ser êrîşên qetlîemkar ên DAIŞ'ê yên li hemberî gelê Asûrî-Suryanî û bang li saziyên navneteweyî û hêzên demokratîk kir.

Parlamenterê HDP'ê Dora bal kişand ser êrîşên qetlîemkar ên DAIŞ'ê yên li hemberî gelê Asûrî-Suryanî û bang li saziyên navneteweyî û hêzên demokratîk kir.

Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora, der barê êrîşên li hemberî gelê Asûrî-Suryanî de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Dora ragihand, ku çeteyên DAIŞ'ê di 23'ê Sibatê de li Hesekê bi barbarî êrîşî gundên Asûrî-Suryanî yên li qiraxa Çemê Xabûrê kirin û gelek gund dagir kirin. Dora destnîşan kir ku li hemberî vê yekê YPG û komên çekdar ên ji Asûrî/Suryaniyan pêk tên, ji bo rizgarkirina gundên Asûrî/Suryaniyan li dijî DAIŞ'ê bi hev re şer dikin.
 
'SIVÎL HATIN QETILKIRIN, DÊR HATIN ŞEWITANDIN'

Dora di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir: "Li gorî agahiyên me ji herêmê bi dest xistine, ji ber êrîşa rêxistina çete DAIŞ'ê ya li hemberî gundên Til Hirmis, Til Şamîran, Kabre Şamiye û Til Khebîş ên bajarokê Til Temirê herî kêm 4 sivîl hatine qetilkirin, dêr hatine şewitandin û 10 gund hatine valakirin. Ji gundên hatin valakirin bi qasî 350-400 malbat ku hejmara wan nêzî 2500 kes e, xwe li bajarên Hesekê û Qamişlo girtin. Li gorî daneyên Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ya navenda xwe li Londonê ye, terorîstên DAIŞ'ê, jin, zarok û extiyar di nav de 90 sivîl revandine.

Beriya niha dîsa li heman herêmê di 8'ê Sibata 2015'an de çeteyên DAIŞ'ê bi çekên giran êrîş kiribûn û di encama êrîşan de şervanekî Suryanî şehîd ketibû."
 
'DIVÊ BI LEZGÎNÎ BIKEVIN TEVGERÊ'

Dora da xuyakirin ku li hemberî êrîşên terorê yên bi salane li Sûriye û Iraqê dewam dikin gelê Asûrî-Suryanî-Keldanî bê parastin in û diyar kir ku dewletên Iraq, Sûriye, dewletên cîran, Neteweyên Yekbûyî (NY), Amerîka û welatên Yekîtiya Ewropa li hemberî vê rewşê bi xemsarî tevdigerin.

Parlamenterê HDP'ê Erol Dora li hemberî van êrîş û xeteriya komkujiyê ya li hemberî gelê Asûrî-Suryanî, di serî de Neteweyên Yekbûyî û hêzên koalîsyonê, bang li hemû hêzên demokratîk û raya giştî kir, ku bi lezgînî bikevin nava tevgerê.