Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê bernameya Newrozê aşkera kir. Li gorî vê yekê pîrozbahî wê di 17'ê Adarê de li Pirsûsê destpê bike û di 21'ê Adarê de jî wê bi tenê pîrozbahiyek hebe, ew ê jî li Amedê be.
Amadekariyên Newroza sala 2015'an de destpê kirin. Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê giştînameyek ji tevahiya rêxistinên xwe yên li bajar û navçeyan re şand û bernameya Newrozê aşkera kir. Di çarçoveya plansaziya ji bo 90 bajar û navçeyan de, wê di navbera 17-22'ê Adarê de mîtîngên girseyî werin lidarxistin. Hat ragihandin ku starta pîrozbahiyan jî wê di 17'ê Adarê de li Pirsûsê bi mîtîngeke girseyî were dayîn.
Newroz wê di 21'ê Adarê de li Amedê, di 22'ê Adarê de li Stenbolê û Îzmîrê werin pîrozkirin. Ji niha ve di bin sîwana HDP'ê de Komîsyonên Newrozê yên Bajaran hatin avakirin.
Cih û dema pîrozbahiyên Newrozê yên navendî bi vî rengî ye:
17'Ê ADARÊ
Pirsûs
18'Ê ADARÊ
Bedlîs, Agirî, Colemêrg, Cizîr, Qoser, Farqîn, Çinar, Gimgim, Erdîş, Curnê Reş, Dep Pulur, Tatos, Qelqelî, Kop, Qereçoban, Xelfetî, Qilaban, Kalik.
19'Ê ADARÊ
Şirnex, Îdir, Meletî, Çewlik, Aydin, Kocaelî, Riha, Êlih, Mereş, Dêrsim, Kirşehîr, Mûgla, Bismil, Erdexan, Erxenî, Nisêbîn, Gever, Bazîd, Misric, Tetwan, Xinûs, Elbak, Şemrex, Dîgor, Qereyazî, Norşîn, Tûtax, Cîhanbeylî, Qaxizman.
20'Ê ADARÊ
Wan, Sêrt, Mêrdîn, Qers, Elezîz, Semsûr, Erzîngan, Erzîrom, Antalya, Osmaniye, Yalova, Çanakkale, Lîce, Sêwereg, Serêkaniyê, Milazgirt, Patnos, Diyadîn, Qûbîn, Hezo, Heweng, Xîzan, Hezex, Tarsûs, Kûlû, Haymana, Dîlovasi, Silopî.
21'Ê ADARÊ
Amed
22'Ê ADARÊ
Stenbol, Bûrsa, Îzmîr, Manîsa, Edene, Mersîn, Hatay, Dîlok, Konya, Enqere, Denîzlî.