Dewleta Tirk ava 5 sal in qut kiribû dema DAIŞ’ê êrîşî Til Temir kir vekir
Dewleta Tirk, êvara ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Til Temir kirin, ava Xabûr a ev 5 sal in bi bendan girtibû vekir û bû sedem ku best tijî bibin.
Dewleta Tirk, êvara ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Til Temir kirin, ava Xabûr a ev 5 sal in bi bendan girtibû vekir û bû sedem ku best tijî bibin.
Dewleta Tirk, êvara ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Til Temir kirin, ava Xabûr a ev 5 sal in bi bendan girtibû vekir û bû sedem ku best tijî bibin. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku bi vî awayî hatina hêzên YPG’ê ya herêmê hat astengkirin, cihekî ku Asuriyên li herêmê biçinê nema. Çavkaniyên herêmî dewleta Tirk ji vê berpirs dîtin.
Çavkaniyên herêmî yên li Til Temir, diyar kirin ku dema çeteyên DAIŞ’ê duh êrîşî Til Temir kirin, ava Xabûr a ev 5 sal in bi bendan girtibû vekir û bû sedem ku best tijî bibin. Bi vî awayî hatina hêzên YPG’ê ya herêmê hat astengkirin, cihekî ku Asuriyên li herêmê biçinê nehiştin.
Tê diyarkirin ku êvara çeteyên DAIŞ’ê êrîş kirin, 3 şervanên YPG’ê yên xwestin avê derbas bikin jiyana xwe ji dest dane.