Li Bîel xebatên hilbijartinê destpê kirin

Li bajarê Bîel ê Swîsreyê pêkhateyên HDP’ê yên hatin gel hev ji bo hilbijartinên giştî yên 7’ê Hezîranê dest bi xebatan kirin

Li bajarê Bîel ê Swîsreyê pêkhateyên HDP’ê yên hatin gel hev ji bo hilbijartinên giştî yên 7’ê Hezîranê dest bi xebatan kirin.

HDP’ê ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, li Ewropayê dest bi xebatan kirin.

KOMÎSYONA HILBIJARTINÊ HAT AVAKIRIN

Li bajarê Bîel rêxistinên girseya demokratîk û navenda civaka demokratîk hatin cem hev û civînek pêk anîn. Di civînê de biryar hat girtin ku ji bo hilbijêrên ku wê di navbera 3-31’ê Gulanê de li Swisreyê dengan bikar bînin xebat bên meşandin.

JI BO HDP’Ê ELEQEYEK MEZIN

Di civînê de gelek kesên li bajarên cuda eleqeyek mezin nîşanî HDP’ê dan û biryar hat dayîn ku di çarçoveya xebatan de xwe bigihînin hemû hilbijêran.