Rûniştina doza 6 welatiyên di sala 1993'an de piştî pevçûna li bajaroka Gorumlu ya navçeya Sîlopiya ya Şirnexê ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin û careke din ti agahî ji wan nehatin girtin hate taloqkirin. Doz taloqî 26'ê Hezîranê hate kirin.
Di 14'ê Hezîrana 1993'yan li bajaroka Gorumlu ya navçeya Sîlopiya ya Şirnexê di navbera leşker û gerîlayên PKK'ê de pevçûn derketibû û di encama pevçûnê de 6 leşkeran jiyana xwe ji dest dabû. Piştî pevçûnê li bajar, welatiyên bi navê Şemdîn Culaz, Mehmet Salîh Demîrhan, Halît Ozdemîr, Îbrahim Akil û Abdurrahman Kayek, li gundika Derecîkê jî Hamdo Şîmşek û Hikmet Şimşek ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin û birin Qereqola Jandarma ya Gorumliyê. Ji kesên hatin binçavkirin Abdurrahman Kayek serbest hate berdan, lê ji 6 kesên din ti agahî nehatin girtin. 5'emîn rûniştina doza têkildarî qetilkirina 6 welatiyan de ya der barê Fermandarê 23'yemîn Tûgaya Sînor Tuggenaral Mete Sayar û leşkerên bi navê Tansel Erok, Murat Alî Yildiz, Serdar Tekîn, Hasan Basrî, Vural Îbrahim Kiraç, li 9'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqere pêk hat.
Parlamenterên HDP'ê Faysal Sariyildiz, Kemal Aktaş, Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu, endamên ÎHD'yê, malbat û parêzer tevlî rûniştina dozê bûn. Parêzer Tahîr Elçî diyar kir ku Ahmet Tamyer li gundê Gorumlu keya ye û divê teqez tevlî rûniştinê bibe. Parêzer Serap Işik jî diyar kir ku divê Tirkiye biryarên DMME'yê li ber çavan bigire.
Parêzarên bersûcan jî xwestin daxwazên parêzeran bên redkirin û heyeta dadgehê dozê bi dawî bike.
Piştî parastinan heyeta dadgehê rûniştin taloqî 26'ê Hezîranê kir.
Piştî dozê Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz DÎHA yê re axivî û got di wê demê de komkujî bi biryarê MGK'ê ve hate kirin û biryar ji aliyê Serokwezîr Tansu Çîller ve hate girtin.