Li dijî zextên li ser zarokên girtîgehê bertek
Berdevka Koordînasyona Hewldana Bila Girtîgehên Zarokan Bên Girtin a Amedê Gamze Yalçin diyar kir ku piştî çalakiyên 6-8'ê Cotmehê binçavkirin û girtina zarokan zêde bû.
Berdevka Koordînasyona Hewldana Bila Girtîgehên Zarokan Bên Girtin a Amedê Gamze Yalçin diyar kir ku piştî çalakiyên 6-8'ê Cotmehê binçavkirin û girtina zarokan zêde bû.
Berdevka Koordînasyona Hewldana Bila Girtîgehên Zarokan Bên Girtin a Amedê Gamze Yalçin diyar kir ku piştî çalakiyên 6-8'ê Cotmehê binçavkirin û girtina zarokan zêde bû. Li Şirnexê jî ji bo girtîgehên zarokan bên girtin kampanyaya îmzayan hate destpêkirin.
Koordînasyona Hewldana Bila Girtîgehên Zarokan Bên Girtin a Amedê ji bo balê bikişînin ser binpêkirina mafên zarokên ên li girtîgehan daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta "Bila girtîgehên zarokan bên girtin" hat vekirin û dirûşmên, "Zarokan na tarîtiyê bigire" hat berzkirin. Daxuyanî ji aliyê Berdevka Koordînasyonê Gamze Yalçin ve hat xwendin. Yalçin bal kişand ser mafên zarokan ên li girtîgehan bi taybet jî Girtîgeha Şakranê. Yalçin anî ziman ku Pergala Dadê ya Zarokan a li Tirkiyeyê li gorî rêgezên gerdûnî nîn e û dema girtinê ya dirêj vedigere cezakirinê.
Yalçin destnîşan kir ku piştî 6-8'ê Cotmehê binçavkirin û girtinên zarokan zêde bûne. Yalçin da zanîn ku zarok li Girtîgeha Tîpa M a Wanê, Girtîgeha Sîncan û Girtîgeha Şakranê rastî pêkanînên dij mirovahî tên û wiha got: "Divê demildest li ser kesên ku van pêkanînan li dijî zarokên dimeşînin lêpirsîn bê destpêkirin." Yalçin diyar kir ku ligel gelek caran ji ber mafên zarokan tên binpêkirin serî li dadê dan heya niha der barê berpirsiyaran de ti tişt nehatine kirin. Yalçin bilêv kir ku ji bo li Girtîgeha Şakranê lêkolînan pêk bînin heyetek ji psîkolog, hiqûqnas û akademîsyenan hatiye avakirin. Yalçin anî ziman ku wan ji bo hevdîtinê serlêdan kir lê rayedarên girtîgehê ew asteng kirin.
Yalçin di dawiyê de wiha daxwazên xwe rêz kirin:
* Divê ji zarokan re pergalekî xweser a ji girtinê dûr û tevlî pergala edaletê neyê kirin bê avakirin.
* Divê girtîgeh ji rêxistinên mafên mirovan û saziyên civakî yên sivîl re bên vekirin.
*Mafên di bin Peymana Mafên Zarokan a NY'ê de hatin qebûlkirin weke mafê mirovan ên bingehîn bên qebûlkirin û yên wan mafan binpê dikin bên cezakirin.
*Divê têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên zarokan di girtîgehan de lêpirsînekî bi hêz bê meşandin. Divê dest ji polîtîkayên bêcezakirinê bê berdan.
*Divê hemû girtîgehên zarokan weke cihên pêşketina zarokan asteng dike bê qebûlkirin û hemû girtîgehên zarokan bên girtin.