Ji şervanên YPJ’ê yên li Til Hemisê çavderiyên destpêkê

Şervanên YPJ’ê yên tevlî operasyona azadkirina bajarê Til Hemis a di 21’ê Sibatê de destpê kir û di 27’ê Sibatê de bi encam bû bûn, çavderiyên xwe yên destpêkê parve kirin.

Şervanên YPJ’ê yên tevlî operasyona azadkirina bajarê Til Hemis ya di 21’ê Sibatê de dest pê kir û di 27’ê Sibatê de bi encam bû bûn, çavderiyên xwe yên destpêkê parve kirin. Şervanên YPJ’ê tevlî operasyonêbûn diyar kirin ku wan tola hevalên xwe yên sala buhrî di pevçûna li dijî DAIŞ’ê winda kirine girtine.

XWÎNA ŞEHÎDAN WÊ LI ERDÊ NAMÎNE

Şervanên YPJ’ê  piştî operasyona Til Hemis hestên xwe vegotin û gotin ku ew encama operasyona ku bi cidiyetek mezin hatiye kirin gelek kêfxweşin. Şervanan da zanîn ku windahiyên sala buhrî li herêma Til Hemis hatine jiyîn ew zêde motîve kirine û gotin: “Sala buhrî li vê herêmê hevalên me şehîd ketin. Dema ew şehîd ketin me soz da ku em ê tola wan bigirin. Me got wê xwîna wan li erdê nemîne. Me li ser bîranîna wan operasyon da destpêkirin û em li mewziya Til Hemis in.  Her der di kontrola me de ye. “

Şervanan encama pevçûna hatiye jiyîn bi bawerî û dilsoziyê ve girêdan û gotin ku şert çi dibin bila bibin dema bawerî hebe teqez serketin heye.
Şervana YPJ’ê ya din jî hestên xwe anî ziman û got: “Her çiqas di destpêka operasyonê de hevalên me şehîd ketibin û bandor li ser me kiribin jî me peywira xwe anî cih.  Me xwest em tola şehîdên hemû Kurdistanê bigirin.  Em niha heta vir hatin. Em gelek kêfxweşin. Her gundê ku em çûnê çete neçar man koç bikin. Li dij operasyonan nekarin li ber xwe bidin.”