Til Hemîs hat rizgarkirin

Hêzên YPG’ê û YPJ’ê ku ev hefteyeke li dijî çeteyên DAIŞ’ê li herêma Til Hemîsê operasyon dane destpêkirin, di encamê de bajaroka Til Hemîsê û gundê wê hatin rizgarkirin.

Hêzên YPG’ê û YPJ’ê ku ev hefteyeke li dijî çeteyên DAIŞ’ê li herêma Til Hemîsê operasyon dane destpêkirin, di encamê de bajaroka Til Hemîsê û gundê wê hatin rizgarkirin.

Hat hînbûn ku hêzên YPG’ê û YPJ’ê li bajaroka Til Hemîsê û gundên wê li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakiyên bi bandor li dar xistin û derbeyên giran li navenda çeteyan dan. Di encamê de bajaroka Til Hemîs ku weke Navenda çeteyên DAIŞ’ê tê naskirin bi temamî hate rizgarkirin. Operasyona paqijkirina herêmê ji çeteyan hê didome.