Endamê Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclîsê û Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Kemal Aktaş serî li Serokatiya Komîsyonê da û jê xwest, girtîgehên zarok lê dimînin ziyaret bike û rewşê tesptî bike.
Endamê Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclîsê û Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Kemal Aktaş bi daxwaza lêkolînkirina girtîgehên zarok lê tên ragirtin serî li Serokatiya Komîsyonê da.
Aktaş di serlêdana xwe de got, "Pirsgirêên zarokên ketine sîstema edaletê ya Tirkiyeyê dijîn; di rojên dawî de zêde bûne. Her roj di navgînên çapemenî û weşanê de nûçe derdikevin, ku li kolanan, li cihên binçavkirinê û li girtîgehan zarok rastî pêkanînên xerab tên."
Aktaş ragihand ku nûçeyên li ser pêkanînên xerab ên li girtîgehên Pozanti, Ceyhan û Sîncanê yên par, îsal li Şekran û herêma wî ya hilbijartinê li Wanê bi awayekî rêk û pêk tên meşandin û got, "Bêguman ev pêkanînên xerab û îdîayên li ser îşkenceyê ne tenê li girtîgehan li cihên binçavkirin û lêpirsînê tên kirin."
Aktaş da zanîn ku Tirkiyeyê mora xwe avêtiye binê 27 belgeyên mafên zarokan ên navneteweyî, ku xwedî 19 hukmên girêker e û xwest, tevî nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û endamên pîşeyî yên pispor bi heyetan; di serî de Girtîgeha Tîpa M ya Wanê û Şakranê, hemû girtîgehên zarok lê tên ragirtin ziyaret bikin, rewşê tespît bikin û bi raya giştî re parve bikin.