Faşîstan di bin çavdêriya polîsan de êrîşî DBP’ê kirin
Li Semsûrê komeke faşîst ligel komek polîs êrîşî avahiya DBP’ê kir. Polîsan piştre DBP’iyên ku xwestin xwe biparêzin binçav kirin.

Li Semsûrê komeke faşîst a 30 kesî pêk dihat li ber Parka Mîmar Sînan hatin cem hev û bi polîsan re ber bi avahiya DBP’ê ve meşiyan. Polîsan bi ti awayî mudaxaleyî komê nekir û tenê êrîşa wan temaşe kir. Piştre bi bombeyên gazê êrîşî DBP’iyên ku xwe diparastin kirin. Hevserokê DBP’a Semsûrê Zeynel Mûtlû, hevserokê navçeya navendî Abuzer Kuçukşahîn, rêveberê navçeyê Alî Riza Ugur, Hasan Alper, Gok Kaya û du kesên navê wan nehat hînbûn hatin binçavkirin.
Polîsan avahî dorpêç kirin û yên êrîş bihistin çûn ber avahiyê. Kesên li ber avahiyê kom bûn dirûşmên, "Bijî Serok Apo", "Zext wê me têk nebin", "Li dij faşîzmê mil bi mil" berz dikin û girse hê li wir rawestiyaye.