KJK: Em êrîşa DAIŞ’ê ya li hember gel û çandan lanet dikin

Koordînasyona KJK’ê êrîş û hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê yên li hember gelan û çandan lanet kir. KJK’ê bang kir ku tevayî gelên herêmê, pêkhateyên etnîkî, komên olî û di serî de jin ji bo parastina cewherî xwe pêş bixin, amade û rêxistin bikin.

Koordînasyona KJK’ê êrîş û hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê yên li hember gelan û çandan lanet kir. KJK’ê bang kir ku tevayî gelên herêmê, pêkhateyên etnîkî, komên olî û di serî de jin ji bo parastina cewherî xwe pêş bixin, amade û rêxistin bikin.

Koordînasyona KJK’ê, têkildarî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hember gel û çandan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KJK’ê di daxuyaniya xwe de got “DAIŞ’a li hember nirx û hebûna dîrokî-çandî ya gelan êrîşên herî paşverû yên di serdema me de pêk tîne, tehdîta herî mezin a hovîtiya kapîtalîst afirandiye.”

‘EM ÊRÎŞA LI HEMBER GEL Û ÇANDAN ŞERMEZAR DIKIN’

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Herî dawî bi awayekî kîndarî û bêşiûr tinekirina berhemên dîrokî yên li muzeya mirovatiyê ya Mûsilê ku hebûna herî bi wate ya mirovatiyê, dîrok û afirineriya mirovatiyê derxistiye holê ji holê rakirin, ji bilî jirêderketin û paşverûtiyê ne tiştek din  e. Ev li hember berxwedana gelan berhema bêçaretî û lewaziyeke herî mezin e. Tevayî gel û çand êrîşeke bi vî awayî lanet dikin. Em vê êrîşa hov a DAIŞ’ê şermezar dikin.”

Koordînasyona KJK’ê diyar kir pêngav û serketina bi taybet li Til Hemis û Şengalê bi coş û heyecaneke mezin silav dikin û got, “Piştî têkçûna DAIŞ’ê ya li Kobanê, bi pêngava li Şengal û Til Hemis hatiye destpêkirin rastî şkestineke mezin hatiye.”

Koordînasyona KJK’ê şervanê bi eslê Awûstrûlyayî Ashley Johson ê di pêngava Til Hemis de jiyana xwe ji dest da bibîr anî, ji gelê Awûstrûlyayê re sersaxî xwest û got, “Rêheval Ashley nûnerê nirxên nirxên mirovatiyê yê gerdûnî û çavkaniya rûmeta gelê Kurd e. Em ê bîranîna wî di têkoşîna xwe ya demokrasî û azadiyê de bidin jiyîn.”

KJK’ê bang kir ku tevayî gelên herêmê, pêkhateyên etnîkî, komên olî û di serî de jin ji bo parastina cewherî xwe pêş bixin, amade û rêxistin bikin.